Bakirhan derbarê biryarên Doza Kobaniyê axivî

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser biryarên Doza Kobaniyê got, “Em van biryar û cezayan nasnakin.”

Rûniştina Doza Kobaniyê ji aliyê Dad Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê ve li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîncanê hat kirin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Di rûniştinê de piştî ku beyanên parêzeran hatin hildan, gotinên dawiyê siyasetmedan ji wan hatin pirsîn.

Serokê dadgehê piştî navberê biyarên Doza Kobaniyê eşkere kirin.

Piraniya siyasetmedaran hatin cezakirin.

Piştî biryaran Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di konferanseke rojnemegerî de axivî.

“Em dê hevalên xwe azad bikin”

Tuncer Bakirhan biryarên dozê bi tundî rexne kirin û wiha got:

“Careke din lekeyeke reş li ser dîroka darazê hat danîn.

Siyaseta Kurd û şoreşger îro hatin cezakirin.

Lê di vê pêvajoyê de mafyayên ku nava rojê li meydanên bajaran însan qetilkirine hatin berdan.

Di dozên JÎTEMê de yên ku Kurd di bîrên asîdê de qetil kirin û bi hezaran kuştinên kiryarên wan nediyar pêk anîbûn nehatin cezakirin.

Em van cezayan nas nakin, vê biryarê nas nakin.

Kesên ku di doza komploya Kobaniyê de hatin darizandin, di dilê Kurd, jin û ciwanan de beraat û azad in.

Ruhê Dadgehên Îstiqlalê û ruhê darizandinên darbeyê vejandine.

Di vê pêvajoya ku di sedsala 21ê de peyamên normalîzekirinê û nermkirinê dihatin dayîn wan hewl da ku HDP, siyaseta Kurd, şoreşger û demokrat  ji qada siyasetê bên paqijkirin.

31ê Adarê Kurd û karkeran, şoreşgeran û hevpeymanên xwe bersiveke mezin da hikûmetê.

Yên ku vê bersivê nagirin, wan xerabiyeke mezin li paşeroja Tirkiyeyê kiriye.

Divê baş bizanibin ku em Kurd, kedkar, feqîr, wekî her carê mil bi mil û bi yekdengî dê van biryaran têk bibin.

Em dê teqez rojekê hevalên xwe azad bikin.

Em dê bi Selahattîn û Fîgenan re li ber xwe bidin.

Em kesên ku ev biryar daye lanet dikin û diyar dikin ku em biryara wan nas nakin û hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst