Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê Doza Kobaniyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Bulent Turan derbarê Doza Kobaniyê diyar kir ku wan gotibû “dê hesab bê pirsîn bila ser xêrê be!”

Berpirsê AK Partiyê û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Bulent Turan li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da.

Bulent Turan li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Me gotibû dê hesabê bê pirsîn!

Biryara îro:

Hiqûq û dadmendî bi tweetên romantîk ên ku ji girtîgehê têne avêtin bandor li adaletê nayê kirin.

Ji bo daxwazên xwe yên siyasî kes nikare kolanan provoke bike.

Ti kes nikare nîzama giştî ji bo berjewendiya xwe yan ji bo berjewendiya rêxistinekê ku bi wî ve girêdayî ye bi kar bîne.

Biryarê nîşan da ku kî dibe bila bibe ti kes nikare di nava civakê de bibe sedema werankarî, mirin û bûyerên giştî û dê hesab bide.

Her çendî kêfa hin kesan ne hatibe jî edalet pêk hat, beraat jî heye û ceza jî heye.

Bila ser xêrê be.”

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd tên eşkerekirin.

Li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê berdewam dike ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Biryarên ewil hatin ragihandin.

Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê zîndanê ji Selahattîn Demîrtaş re hat dayîn.

Herwiha bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn.

Dadgehê 10 sal cezaya zindanê da Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk.

Dadgehê cezayê "heta hetayê" û 29 sal cezayê girtîgehê da Fîgen Yuksekdagê.