Ahmet Turk ji Doza Kobaniyê ceza stand!

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji Doza Kobaniyê ceza wergirt.

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd hatin eşkerekirin.

Li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê berdewam dike ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Biryarên ewil hatin ragihandin

Di Doza Kobaniyê de derheqê Aysel Tugluk, AltanTan û Ayhan Bîlgen biryara beraetê hat dayîn.

Ahmet Turk 10 sal cezayê girtîgehê stand û Ayla Akat Ata dê were berdan.

Dadgehê cezayê heta hetayê û 19 sal cezayê girtîgehê da Fîgen Yuksekdagê.