Tuncel, Ata, Yagci û Adibelî jî hatin berdan

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Ayla Akat Ata Sebahat Tuncel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarên Kurd Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci û Meryem Adibelî yên ji ber Doza Kobaniyê li Girtîgeha Sîncanê girtîbûn hatin berdan.

Rûniştina Doza Kobaniyê ji aliyê 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran  Enqereyê ve li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîncanê hat kirin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî bûn.

Bi giştî 42 sal cezayê girtîgehê li Hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdagê hat birîn.

Dadgehê biryara berdana 11 kesan da.

Siyasetmedarên jin, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci û Meryem Adîbelî yên li Girtîgeha Sîncana Enqereyê girtîbûn îşev hatin berdan.

Dadgehê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê terorê" 9 sal û 9 meh ceza li Ayla Akat Atayê birîbû.

Dadgehê herwiha bi tohmeta "endamtiya rêxistina terorê" 12 sal cezayê girtîgehê li Sebahat Tuncelê birîbû.

Dadgehê ji ber dema mayîna wan a di girtîgehê de biryara berdana wan da.

Ayla Akat Ata du serdeman parlementeriya Êlihê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kiribû.

Piştî parlamenteriyê Ayla Akat Ata bûbû Berdevka Kongreya Jinên Azad (TJA).

Sebahat Tuncel jî du serdeman Parlamentera DBPyê ya Stenbolê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst