Li Enqerê xelk encamên hilbijartinan çawa dibînin?

16-05-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Sê welatiyên Enqerê nêrîna xwe derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de tînin ziman. Grafîk: Rûdaw
Sê welatiyên Enqerê nêrîna xwe derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de tînin ziman. Grafîk: Rûdaw
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, berbijêran nikaribûn di hilbijartina serokkomariyê de dengên pêwîst werbigirin û biryar hat dayîn ku di roja Yekşemê 28ê Gulanê gera duyem a hilbijartinê bê kirin. Karvedanên gera yekem a dengdanê jî berdewam in, beşek ji hemwelatiyên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinan de îradeya xelkê derketiye pêş.

Gera yekem a hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê bi dawî hat û çi kandîdên serokomariyê dengê pêwîst bidesxt nexistin û hilbijartin ma bo gera duyem.

Ji detspêka hejmartin û cudakirina dengan ve oposiziyonê rexne li desthilatê girtin ku ew bi rêya ajansa fermî ya nûçeyan û Desteya Hilbijartinan dixwaze manewiyata alîgirên wan bişkîne û bandorê li ser encaman bike.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk, Çîgdem Kiliçgun Uçar ragihand: “Hevpeymaniya Cumhur rê neda ku helbijartin di keşûhewayekî wekhev de bê kirin. Hemû îmkanên dewletê ji bo berjewendiya xwe bikar anîn. Bandora hîle û sextekariyan li ser encaman heye.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî bi bangşeyeke xurt ji bo hilbijartina kar kir û hêviya CHPê û Hevpeymaniya Millet ew bû ku dê Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de biserbikeve lê CHP niha xwe ji gera duyem re amade dike.

Berdevkê CHPê, Faîk Oztrak got: “Di 15 rojên li pêşiya me ji bo ku em heq û hiquq û edaletê bînin vî welatî ya ji destê met ê em ê bikin. îradeya gelê me di ser her tiştekî de ye, miheqeq em ê biserbikevin.”

Piraniya hemwelatiyan jî keyfxweş in ku hilbijartin di keşûhewayekî aram de hat lidarxistin. Bi gotina xelkê hilbijartin encama îrade û viyana xelkê derxistiye pêş.

Seyfî Okudan, welatiyekî xanenişîn dibêje: “Ez weke hemwelatiyekî Tirkiyê min di jiyana xwe de gellek proseyên siyasî li vî welatî dîtine û em dizanin ku çi tiştek ji îradeya gel girîngtir nîne.”

Tuana Deren, dîzayner dibêje: “Min dixwast Kemal Kilicdaroglu biser bikeve, lê nizanim çima encam wisa bûn, min dengê xwe da Kiliçdaroglu ez hêvî dikim ku biser bikeve.”

Emre Golcûklû dibêje: “Ji bo min ne giring e ku dê helbijartin dê geran yekem duyem yan sêyam de di dawî bibin, ji bo min giring ew ku desthilateke 20 salan zêdetir heye û êdî pêwîste em şansekî bidin yên din jî.”

Li gorî amarên desteya bilind ya helbijartinan rêjaya beşdariya xelkî di helbijartinan de 85.6 ji sedî ye û 14.4 ji sedî ya hemwelatiyan jî neçûne ser sindoqan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst