Kiliçdaroglu: Em ji vê tunela tarî derketin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPê û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet, Kemal Kiliçdaroglu, piştî ku hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê derbasî gera duyem bû, di peyameke nû de bang li ciwanan kir.

Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe de ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, bal kişandiye ser birêveçûna gera yekem a hilbijartina serokkomariyê û gotiye: “Rastiya herî mezin ew e ku peyama guhertinê ji sindoqan derket.”

Kiliçdaroglu dibêje: “Ciwanên delal! Gera yekem bi dawî bû. Rastiya herî mezin ew e ku peyama guhertinê ji sindoqan derket. Yên guhertinê dixwazin niha li vî welatî ji yên ku naxwazin zêdetir in. Lê belê ev jî diyar e, aliyê ku ji bo rizgarbûna ji desthilateke wiha zordar, têkoşîneke gelek dijwar bimeşîne em in.

Min peyama hevalên xwe yên ciwan jî wergirt. Li ser serê min. Ez ê xemên wan çareser bikim, lê ez dixwazim ku ew jî min bibihîzin. Rewş di xaleke wisa de ye ku beraz şandin Meclisa mezin. Hemû rê li ber kesên ku dixwestin jinan wekî alavên bêgiyan qebûl bikin vekirin. ”

Di beşeke din a peyama xwe de, Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Qazoxa herî mezin jî li ciwanan kirin. Pereyê we têra tiştekî nake. Dema hûn bixwazin qehweyekê vexwin, ji bo vexwarina wê qehweyê hûn difikirin. Kêfa we ya jiyanê hatiye dizîn. Lê dîsa jî ciwan bê xem e. Rojekê jî nehiştin hûn vê yekê biceribînin. Di vê dema em nîqaşan dikin de ew li dijî we bûne yek.”

Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet di dawiya peyama xwe de dibêje: “Niha em bibînin, di dawiya rojê de çi heye? Tariyek bêbinî… Gelo haya we jê heye? Ciwaniya we careke din nayê. 12 rojên me hene, em ji vê tunela tarî derketin derketin…”

Pêr Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

Gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê de (12 rojên din) bê lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst