Ji Demirtaş piştî encaman yekemîn daxuyanî

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş têkildarî gera duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê peyamek da û ragihand, “Bêhêvîbûn nîne, em dê dîsa biserkevin.”

Selahattin Demirtaş ê ku her tim tekezî li ser piştgiriya xwe bo Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dike, li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî gera duyem a hilbijartina serokomariyê peyamek belav kir.

Demirtaş di peyama xwe ya kurt de dibêje, “Bêhêvîbûn nîne. Em gelek caran biserketin, em dê dîsan biserkevin.”

 

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin û encamên ku ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ve hatine belavkirin, ne li gor texmînên CHPê û eniya opozisyonê û herwiha ne li gorî pêşbîniyên di piraniya rapirsiyan (anketan) de bûn.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

Gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê de (12 rojên din) bê lidarxistin.