HDPê di vê hilbijartinê de çi qas deng winda kirin?

16-05-2023
RÛDAW
Rêjeya deng û hejmara parlementerên ku HDPya di bin baskê Partiya Çepên Kesk de cî girt li gor sala 2018an daket.
Rêjeya deng û hejmara parlementerên ku HDPya di bin baskê Partiya Çepên Kesk de cî girt li gor sala 2018an daket.
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Rêjeya Dengan YSP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an de dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di bin navê Partiya Çepên Kesk de beşdarî hilbijartinan bû ji sedî 11,7an daket ji sedî 8,8an.

Rêjeya deng û hejmara parlementerên ku HDPya di bin baskê Partiya Çepên Kesk de cî girt li gor sala 2018an daket.

Di hilbijartina 2018an de HDPê bi 5 milyon û 866 û 309 dengan ango bi rêjeya ji sedî 11,7an 67 kursiyên parlamentoyê bidest xistibû.

HDPê di hilbijartinên roja Yekşemê 14ê Gulanê de ku bi logo û navê YSPê beşdar bû, li gor ancamên despêkê 4 milyon û 791 hezar û 441 deng bidest xistine ku dike ji %8.8ê dengên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Li gor van encaman HDPê 61 parlamenteran dişîne parlamentoya Tirkiyê.

HDPê di hilbijartina berî de li Stenbolê ji sedî 12,67 deng hilda û 12 parlamenter derxist, di vê hilbijartinê de li gor encamên nefermî ji sedî 8,16 deng hilda û 8 parlamenter derxist. Ji bajarên ku dengên HDPyê gelekî kêm bûn yek jî Enqere ye. Di hilbijartina 2018an de HDPyê ji Enqerê ji sedî 6,4 deng hilda û parlamenterek derxist, lê di vê hilbijartinê de ji sedî 3,07 deng hilda û ji Enqereyê parlamenter dernexist.

HDPê di hilbijartina 2018an de li Îzmirê ji sedî 11,49 deng hilda û 2 parlamenter derxist, di vê hilbijartinê de rêjeya dengên wê daket ji sedî 7,5an.

Li Amedê ku wekî "keleha" HDPê tê binavkirin jî di hilbijartina berî vê de rêjeya dengên HDPê ji sedî 65,54 bû, di vê hilbijartinê de ev rêje daket ji sedî 61,19an. Li Amedê di hilbijartina borî de HDPê 9 parlamenter derxist, lê di vê de 8 parlamenteran derdixe.

Behsa sedemên cuda tên kirin; yek ji wan beşdarbûna Partiya Karkerên Tirkiyê TÎP e, li gor endamên despêkê 4 kursî bi destxistine ku di nav Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de cih digrtin, HDP partiya wê hevpeymanê ya sereke bû.

Parlementerê berê yê HDPê Ufuk Uras dibêje: “Li Tirkiyê du aliyên dijber hene. Li aliyekê partiya dewletê AK Partî û hevpeymanên wê; li aliyê din jî yên li dijî wan in diviyabû bên ba hev. Dema lîsteya hevbeş serkeftî nebû, nimûne wek Partiya Çepên Kesk û TÎP mixabin li dijî hev ketin nava rikeberiyê û di encamê de Partiya Çepên Kesk dengên xwe ji dest dan.”

Herwiha beşek ji dengderên YSPê giliyê ji berbijêr û şêwazê diyarkirina berbijêran dikin.

Berpirsên HDPê berî hilbijartinê behsa wê yekê dikirin ku armanca wan bidestxistina 100 kursiyane ji 600 kursiyên parlementoya Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst