Şandên çavdêrên navdewletî hilbijartinên Tirkiyê rexne kirin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Çavdêrên Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrên Navnetewî ku hilbijartinên 14 Gulanê yên Tirkiyê dişopandin dibêjin, di pêvajoya hilbijartinê de di navbera berbijêr û partiyan de hewayeke propagandayê ya dadmend û wekhev nebû, lê tevî wê jî hevrikiyeke dijwar hebûye. Dê çavdêr gera dûyem jî bişopînin.

Endamên şanda hevpar a çavdêriyê ya Ofîsa Saziyên Demokratîk û Mafên Mirovan a AGIT (DKIHB), Meclîsa Parlamenteran (AGIT PA) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) piştî hilbijartinên Tirkiyê derbarê xebatên xwe yên çavdêriyê de li Enqerê civîneke çapemeniyê saz kirin.

Endamên Şanda Çavdêriya Navnetewî; ji Saziyên Demokratîk û Mafên Mirov AGIT 264 pispor, AGIT PA 98 û AKPM 39 pispor, bi giştî ji 40 welatan 401 çavdêran hilbijartinên Tirkiyê şopandin.

Şanda Çavdêriya Navnetewî derbarê hilbijartinan de dibêje; “Tevî ku li Tirkiyê çarçoveya qanûnî ya heyî ji bo pêkanîna hilbijartineke demokratîk bingeheke tam a qanûnî nade jî, hilbijartin baş hatine birêvebirin û di navbera alternatîfên siyasî de derfeta hilbijartinek rast hebûye.”

Şanda navborî hinek rexneyan li awayê birêvebirina hilbijartinan digre û dibêje: “Serokkomarê niha û partiya desthilatê ji derfetên ne dadmend sûd wergirtin. Bi giştî, azadiya raderbirînê hatiye sînordarkirin, beşdariya hinek siyasetmedar û partiyên opozisyonê, medya û saziyên civaka sivîl a di pêvajoya hilbijartinê de hatiye astengkirin.”

Serokê Şanda AGITê Michael Georg Link dibêje: “Desteserkirina hejmarek zêde ya siyasetmedarên opozisyonê, pênasekirina hinek grûpên siyasî wek tawanbar, bi wateya herî rast astengkirina siyaseteke pirreng û astengkirina beşdarbûna wan kesan e ku dixwazin di siyasetê de cîh bigrin.”

Michael Georg Link bo wekhevnebûna piropagandaya hilbijartinê jî dibêje;  “Hevpeymaniya Cumhur kampanyayeke ne dadperwer meşandiye û bi astengkirina medyayê û saziyên civaka sivîl zerar daye pêvajûya hilbijartinê.”

Şanda Çavdêriya Hilbijartinê derbarê kampanyayên hilbijartinê dibêje; “şêwazeke ji hev parçekirinê hebûye.”

Serokê şanda AKPM Frank Schwabe jî dibêje; “Tirkiyê pîvanên bingehîn yên hilbijartineke demokratîk cîbicî nakiriye. Tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê hîn gelek navên kilît di girtîdehê de ne, azadiya medyayê tê sînordarkirin û hewayek sansûrê hakimbûye. Tirkiye ji kampanyayek dadmendane ya hilbijartinê gelekî dûrbûye.”

Di civînê de Seroka şanda AGIT PA Farah Karimi derbarê dengderên navçeyên erdhejê de jî dibêje; “Bi sedhezaran kesên ku ji erdhejê bandorbûyîn û bi taybet xwendekar bo bikarin dengên xwe bikarbînin gelek zehmetî kişandine."

Karimi derbar ragihandina fermî ya Tirkiyê de jî dibêje; “Her çendî li gor yasayê ragihandina fermî ya welat pêwîstbû bê alî be lê vê ragihandinê û gelek televizyonên din bi awayek eşkere piştgirî dan partiya deshilatê û berbijêrê wê.”

Serokê şanda DKIHB Jan Petersen jî derbarê hilbijartinanên 14 Gulanê de dibêje; “Xebatên rêveberiya hilbijartinê ji şefafyetê bê parbûne, medya gelekî alîgirbûye û azadiya raderbirînê hatiye sînordarkirin.”

Şanda Çavdêriyê derbarê beşdarî û hejmara jinan de jî dibêje; Di dema piropagandaya hilbijartinê de beşdariya jinan lewaz bûye û tenê di nav çend partiyên siyasî de jin çalakbûne û behsa wekheviyê û mafê jinan û tekoşîna li dijî tûndûtîjiya jinan kirine. Her wiha jinên siyasetmedar di dema kampanya hilbijartinê de rûbirûyî êrişên zayendparêzane bûne”

Şanda Çavdêriya Navnetewî ragihand ku ewê di gera dûwem de jî hilbijartinê bişûpînin. Li ser vî bingehî dê raporên ku amadedike belav bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst