Sinan Ogan 5 mercên xwe yên bo piştevaniya gera duyem eşkere kirin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Sinan Ogan Hevpeymaniya Ata
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan ji bo di gera duyemîn de piştgiriyê bide Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan an jî Berbijêrê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu 5 merc diyar kirin.

Berbijêran nikaribûn di hilbijartina serokomariyê de dengên pêwîst werbigirin û biryar e di roja Yekşemê 28ê Gulanê de di gera duyem a hilbijartinê de Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan rikeberiyê bikin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan ku di hilbijartina serokomariyê de bi awayekî surprîz ji sedî 5,28 a rêjeya dengan wergirt, niha bûye roja ka ew dê di geram duyemîn de piştevaniya kîjan berbijêrî bike.

Li gorî nûçeya Hurriyetê, Sîna Ogan dê hevdîtinên ewil bi pêkhateyên Hevpeymaniya Atayê re bike.

Ogan dê ligel serokên giştî yên Partiya Zafer, Partiya Edaletê, Partiya Ulkem û Partiya Hevpeymaniya Tirkiyê yên beşdariyên Hevpeymaniya Atayê hevdîtinê pêk bîne. Ogan dê li gorî encamên hevdîtinan dê nexşerêya pêvajoya bo gera duyemîn diyar bike.

Li gorî nûçeyê, 5 mercên Ogan ên bo piştevaniya Erdogan an Kiliçdaroglu  ev in:

“Neguherandina çar xalên yekem ên Destûra Bingehîn,

Li hemberî hewldana derxistina peyva `Tirkîtiyê` ji Destûra Bingehîn a di xala 66an de bibe asteng,

Vegerandina 13 milyon penaxwazan,

Çareserkirina mijarên dibin sedema krîza aborî faî,

Xwedûrxistina ji `rêxistinên terorîst` û pêkhateyên wan ên siyasî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst