Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Ocalan dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul ragihand ku Abdullah Ocalan dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û qedexeyên derbarê vê yekê de hatine hilweşandin.

 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul piştî hevdîtina ligel Lijneya Pêşîgirtina Îşkenceyê Ewropayê civîneke rojnamevanî saz kir û tedê ragihand ku qedexeya li ser parêzeran a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike hatiye rakirin.

 

Abdulhamit Gul destnîşan kir ku Rêberê PKKê dikare hevdtînan ligel parêzerên xwe re bike û qedexeya derbarê hevdîtinan de hatiye rakirin.

 

Gul got: “Biryara qedexeya li ser hevdîtina parêzeran hatiye rakirin û derfetên hevdîtinê hatin dayîn.”