Taner Yildiz: Tenê 18 karker di kanzayê de asê mane

16-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Manîsa (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê, Taner Yildiz, diyar kir ku li kanzaya komirê ya Somayê de tenê 18 karker asê mane ew jî dê di demek kurt de bên rizgarkirin.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, ku ev çend roj in ji ber bûyera teqîna kanzaya komirê li navçeya Somayê ya bajarê Manîsayê ye, derbarê wan îdiayên ku dibêjin, bi sedan karker di nav kanzayê de asê mane, daxuyanî da.

Taner Yildiz, diyar kir ku dema bûyer qewimî 787 karker asê mabûn lê 485 karker hatin rizgarkirin, 284 jê mirin û tenê 18 karker di kanzayê de asê mane.

Yildiz, her wiha ragihand ku piraniya şewata ku di hundirê kanzayê de derketibû hatiye vemirandin ji ber wê jî tîmên rizgarkirinê dikarin baştir karê xwe bikin lewma tê payîn ku karkerên ku asê mane îro bên derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst