Demîrtaş ji bo Sirri Sureyya Onder nivîsî

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji bo Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder namyek nivîsî.

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, doh bi şev ji ber krîza dil li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê hat emeliyatkirin.

Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê damara serekî yê aortê yê Onder ji serî heta binî qetiyabû û emeliyata wî nêzîkî 12 demjimêran berdewam kir.

Her wiha niha jî metirsiya canî ya Onder heye.

Selahattîn Demirtaşê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, ji bo Sirri Sureyya Onder nameyek nivîsand û name li ser hesabê Demîrtaş ê Xê hat belavkirin.

Demîrtaş di nameyê de behsa karên Onder û bîranîneke xwe ya li girtîgehê kir.

Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku Onder li derveyî hesabên siyasî ji bo aştiyê gelekî ked daye û kar kiriye.

Nameya Demirtaş wiha ye:

“Aştîxwazî karekî zor e. Li derveyî hemû hesabên siyasî, ji bo ku dayik û bav êşa zarokên xwe nebînin, tu bi rihê xwe kar dikî lê pir caran qîmeta wê nayê zanîn.

Êrişî te dikin, dilê te diêşînin, hewl didin ku bi rûmeta te bilîzin.

“Tekane daxwaza te ew e ku berî bimirî aştiyê bibînî”

Lê eger tu bi dilsozî bi aştiyê ve girêdayîbî, tu paş de gav naavêjî û dev jê bernadî. Tekane daxwaza te ew e ku berî bimirî aştiyê bibînî.

Di serdana dawî ya girtîgehê de rewşa tendirustiya birêz Sirri ji nişka ve xirab bû, rengê wî spî bû, destê xwe danî ser dilê xwe.

Em matmayî man, me hewl da bangî bijîşk û ambulansê bikin lê wî destûr nedan.

Derket korîdorê û bêhnek stand. Çavên min, Ahmet Turk û Pervin Buldanê tijî bûn, me bi zehmetî daqurtand ku di odeya hevdîtinê ya teng a girtîgehê de behsa aştiyê bikin.

“Heta ku em vê meseleya aştiyê çareser nekin mirin nîne ha!”

Birêz Sirri vegeriya û bi kêfxweşiya xwe ya her carê hewl da û got, `Kek Ehmed, heta ku em vê meseleya aştiyê çareser nekin, mirin tune ha!`

Me li wê derê soz da hev, 'Berî her tiştî aştî, mirin jî emrê Xwedê ye'.

Birêz Sirri bi wî awayî derket derve û li pêş Girtîgeha Edîrneyê got ku 'dilê me di destê me de em digerin' û bi rastî jî wiha bû.

Divê her kesê Kurd û Tirk bizane ku vî zarokî gelê Tirk ê xwedî cesareta mezin ji bo aştiyê ji ya ku tê zanîn zêdetir xebitî, kedeke zêde da, qet xemsarî nekir, erzan nefikirî.

“Bi israr di riya aştiyê de meşiya”

Ji ber êriş û heqaretên neheq gelek xemgîn bû lê tehemula hemuyan kir û bi israrî di riya aştiyê de meşiya. Ji ber vê yekê qedr û qîmet û xatirê wî pir mezin e.

Birêz Sirri dê rabe ser xwe, ev aştî dê teqez pêk were û înşallah ew jî dê sînga xwe bilind bike û bi encamên keda xwe serbilind be.

Kek Sirri, tu yek ji wan kesan î ku herî zêde vê yekê heq dikî, dua û dilê me bi te re ne.

Em ji te hez dikin birayê min ê hêja.”