Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder gelek belayên mezin derbas kirine û ew hêvî dikin ku ew dê vê belayê jî derbas bike.
Şeva borî krîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder da.
“Şahdamara wî qetiya”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê derbarê rewşa Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek da û da zanîn ku şahdamara (aort) wî qetiyaye.
Hatîmogullariyê diyar kir ku Onder li mala xwe rastî krîza dil hatiye û tîmên tendursitiyê bi ambûlansê ew biriye nexweşxaneyê, li wir hatiye dîtin ku demara wî ya aort qetiyaye û bilez hatiye emeliyatkirin.
Hevseroka DEM Partiyê spasiya bijîşk û karmendên tendirustiyê û perestyaran, parêzgar, serokên partiyên siyasî, parlamenter û kesên ku pê ve mijûl bûne kir.
Tulayê amaje bi wê yekê kir ku Onder gelek belayên mezin derbas kirine û got:
“Em bawer in dê vê jî derbas bike, em bawer in dê ji vê neştergeriyê jî bi awayekî tendurist derkeve û bi awayekî tendurist jiyana xwe bidomîne."
Hatîmogullariyê da zanîn ku her dema agahiyên nû li ser rewşa tenduristiya Onder wergirin dê li gel raya giştî parve bikin û got:
“Em careke din spasiya her kesî dikin ku wan telefonî me kir û pê ve mijûl bûn. Her dema em derbarê tenduristiya wî de agahiyên nû wergirîn em dê li gel we parve bikin.”
Sirri Sureyya Onder endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ye ku li Girtigeha Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse