Serokê Koma AK Partiyê: Em îradeya gel li ser serê xwe qebûl dikin

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn civîna serdema nû ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat kirin.

CHP vê carê li Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê piranî ye û ji 316 kursiyên meclîsê 185 bi des xistin.

AK Partiyê 129 û MHPyê 2 kursî bi dest xistin.

Ekrem Îmamoglu ku di heyama pêştir de gelek proje û pêşniyarên wî di meclîsê de dihatin redkirin, di serdama nû de gelekî kêfxweş e.

“Gelê me mafê xwe yê demokratîk bi kar anî”

Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu got:

“Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de gelê me mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û ji bo rêvebirina Stenbolê erk û berpirsiyarî da me.

Em gelekî kêfxweş in ku hewl û xizmetên me yên 5 salan ji aliyê welatiyên me ve hatine pêşwazîkirin û wan eleqe nîşan daye.”

Koma AK Partiyê jî ku li Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bûye mixalefet diyar dike ku dê rola xwe ji bo berjewendiya gelê Stenbolê bilîze.

Serokê Koma AK Partiyê ya Meclîsa Şaredariya Stenbolê Zeynel Abîdîn Okul got:

“Îradeya ku gelê Stenbolê nîşan daye, em li ser serê xwe qebûl dikin.

Di vê heyamê de wekî Koma AK Partiyê li meclîsê erka mixalefetê da me.

Em bawer dikin ku em dê erka mixalefetê bi awayekî baldar ji bo berjewendiya gelê Stenbolê bi kar bînin.”

Şaredarê CHPyî hat girtin

Ji aliyê din ve, li navçeya Kepezê ya Antalyayê jî ji ber têkçûna teleferîkê ku di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn Şaredarê CHPyî hat girtin.

Berdevekê CHPyê diyar kir ku wan di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xistiye û biryara girtina Şaredarê Kepezê siyasî ye.

“Biryara girtina şaredar biryareke siyasî ye”

Berdevkê CHPyê Denîz Yucel got:

“Şeva borî derbarê şaredarê me yê Kepezê Mesut Kocagoz de biryara girtinê hat dayîn.

Partiya me pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne. Biryara girtinê ya doh bêguman biryareke siyasî ye.”

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de CHPyê bi rêjeya ji sedî 37,76an şaredariyên 14 bajarên mezin, 21 bajar, 337 navçe û 61 bajarokan bi giştî 433 şaredarî bi dest xistin û bû partiya yekem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst