Pisporê erdhejê hişyariya erdhejeke dijwar da

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê li Rêveberiya Vekolîn û Lêgerina Madeyan (MTA) Hasan Elmacî, ji bo Edeneyê hişyariya erdhejeke dijwar da û got ku fayeke çalak heye bi wê herêmê re derbas dibe. Hasan Elmacî herwiha dibêje ew fay potansiyela erdhejeke zêdeyî  7.1 rixter li xwe digere û got, "Erdhejêke bi pileya 7.1 rixter dê Edeneyê ji nav bibe."

Pisporê Erdhej û Paleosismolojiyê li MTAyê endezyar Hasan Elmacî, li Kongreya Jeolojiyê ya Tirkiyeyê bal kişand ser faya li Savrunê û hişyarî da.

Elmacî diyar kir ku erdhejeke bi pileya 7,1 rixter dê Edeneyê bi temamî wêran bike û got ku divê rayedar demildest weke tedbîr gavên pêwîst bavêjin.

Bi gotina Elmacî faya Savrunê niha çalak e, lê erdhejên ku li herêmê berdewam dikin berdewamiya erdheja bi hêza 7.6an in.

Elamcî herwiha eşkere kir ku di vê qonaxê de tiştên ku ew derbarê faya Savrunê de dizanin sînordar in.

Di heman demê de Elmacî da zanîn ku şiyana wê fayê heye ku bibe sedema çêbûna erdhejekê zêdeyî 7 pileyan û got ku ew niha nikarin bibêjin dê kengê erdhej çêbibe, lê di encama lêkolînên berfirehtir de dikarin bersiva wê pirsê bidin.