Li Eskîşehîrê bûyera trafîkê: 17 kes birîndar bûn

16-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyê, otobuseke rêwiyan li bariyerên kêleka rê da û di encamê de 17 kes birîndar bûn.

Îro 16ê Nîsanê, otobusa şofêrê wê Mesut A. ku ji Balikesîrê bo Enqerê rêwî vediguhestin, li taxa Batîkentê ya Eskîşehîrê ji rê derket û li bariyerên beton ên li kêleka rê da.

Di encama bûyerê de şofêr Mesut A. û 16 rêwiyên di otobusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 17 birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Eskîşehîrê hatin veguhestin.

Hat zanîn rewşa birîndaran bi giştî baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst