Sancar: Dengên neyên bikaranîn dê bo desthilata AKP-MHPê biçin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand, “Her dengê ku neyê bikaranîn dê bo desthilata AKP-MHPê be."

Partiya Çep a Kesk (YSP) li bajarên herêma Egeyê xebatên hilbijartinê dane destpêkirin. Îro 16ê Nîsanê, li Taxa Limontepe ya Îzmirê bi beşdariya Mithat Sancar ofîsa hilbijartinê ya YSPê hat vekirin.

Sancar di rêwresma vekirina ofîsê de axavtinek kir û got: “Ev partî bi hemû hêmanên xwe parçeyek e, hêvî  û tabloya rengîn a welat e. Desthilat û rejîm ji vî tabloyî ditirsin. HDP xewna tirsnak a vê rejîmê ye. Tevî hemû astengiyan nikarin rê li ber îradeya we bigrin, ku bandore li sindoqan bike.”

Sancar dibêje, hemû ezmûna HDPê bo Partiya Çep a Kesk hatiye veguhestin.

Sancar got: “Rihên vê partiyê di heman axê de ne û pel û çiqlên wê ji heman çavkaniyê avê vedixwin. Vê partiyê bar hilgirte ser milê xwe û bi gavên rasr ber bi armancê ve dimeşe. Em dê teqez vê desthilata zilmê bişînin û vê sîstemê biguherin. Ji ber wê em dengên xwe bikin yek. Her dengê ku neyê bikaranîn dê bo AKP-MHPê biçe. Em dengên xwe bidin hêza guhertinê, îradeya veguhesînê û Partiya Çep.”