Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo HDPê ti bandorê nake

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got, “Dayikên Amedê bi îzna Xwedê HDPê girtin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ti bandorê nake. Berî Dadgeha Destûra Bingehîn, Dayikên Amedê li ber HDPê rûniştin, li ber avahiya HDPê nehîştin ku beşdarî hilbijartinan bibe.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û berbijêrê parlameteriyê AKPê yê herêma 2emîn rêza yekemîn ê Stenbolê beşdarî bernameya paşîvê ya rêxistina Bayrampaşa ya AK Partiyê bû.

Suleyman Soylu li ser hilbijartinan û mijarên di rojevê de daxuyaniya da.

Suleyman Soylu got, “Bi saya Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan em tenê li Ayasofyayê nimêj nakin. Xelk îbadetê nakin. Me bi Ayasofyayê re cîhan hejand. We çi kir? Tayyîp Erdogan dizane çi dike. Ev geşedên ku me nikaribû xeyal bikira.”

“Em ê biçin, baş e, em ê biçin. Dê kî were?”

Soylu li ser guherîna desthilatê got, “Em ê biçin, baş e, em ê biçin. Dê kî were? Em li bakurê Iraqê operasyonan dikin, ne? Em li bakurê Sûriyê jî operasyonan dikin. Çima? Dixwazin dewleteke terorê ava bikin. Ji ku? Ji Xarbûkê di ser Colemêrgê heta Efrînê di ser Hatayê re dewleteke terorê. Dixwazin ava bikin? Kî li ser serê wan e? Amerîka.”

“Qeyûm rabin dê çi bibe?”

Soylu anî ziman, “Kiliçdaroglu çi dibêje? Dibêje 'dê operasyon moperasyon nebin' dê li ku nebe? Li bakurê Iraqê. Dê li ku nebe? li Sûriyê. Me ew der kir herêmeke ewle. Niha 6 milyon Sûrî têne wir. Me ji wan re mal çêkirin. 100 hezar ne bes bû, em bi her cure pirsgirêkan re mijûl dibin. Wê çi bibe? Ji ber ku ji PKKê reviyane. Ji ber ku ji destê DAIŞê reviyane li wir in. Ji ber ku ji rejîmê ditirsin li wir in. Ew ê jî werin Tirkiyê, şeş milyon kes.”

Soylu her wiha got, “Binêrin, Tirkiye niha bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. HDP yan PKK namzetê serokkomariyê heye? Na. Îcar ew piştgiriya kê dikin? Tevahiya Tirkiyê vê yekê dizane? Vê ew eşkere dikin. Piştî wê jî dibêjin operasyonên li Bakurê Iraq û Sûriyeyê wê biqedin. Operasyonên ewlekariya navxweyî dê bi dawî bibin. Qeyûmên wê derê dê rabin, qeyûm rabin Dê çi bibe? CHP şaredariyê dike, qey em qeyûman tayîn dikin?”

“Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ti bandorê nake”

Soylu anî ziman, “Ka ez tiştekî ji we re bibêjim. Dayikên Amedê bi îzna Xwedê HDPê girtin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ti bandorê nake. Berî Dadgeha Destûra Bingehîn, Dayikên Amedê li ber HDPê rûniştin, li ber avahiya HDPê nehîştin ku beşdarî hilbijartinan bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst