HezKurdê xelat da xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan HEZKURD Rûdaw Xelat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji bo keda xebatkarên Rûdawê weke çapemeniya Kurdî di warê ziman û çanda Kurdî de, xelata spasiyê pêşkêşî wan kir.

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) roja Şemiyê 16ê Nîsana 2023an li Maslak a Stenbolê ji bo çapemenî û xebatkarên wê yên Kurd re bernameyeke fitarê amade kir. Di bernameya ku nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar jî tê de amade bûn de, ji bo xebatên di warê ziman û çanda Kurdî de xelat hatin dayîn.

Rêvebera Herêma Marmarayê ya HezKurdê Makbule Serçe ya ku di bernameyê de axivî, bal kişand ser wê yekê ku HezKurd tevgereke ku tenê ji bo xizmeta zimanê Kurdî dixebite.

Rêvebera Herêma Marmarayê ya HezKurdê Makbule Serçe got, “Ji roja damezrandina wê heta niha sê sal in ji bo Kurdî dixebite. Me xebatên xwe ji hemû Kurdan re ragihandin. Ji bo pêşketina Kurdî rola çapemeniyê gelekî girîng e. Me ev şev ji bo rojnamegerên ku di vî warî de xebitîne amade kir.”

Piştî axaftinê Nûçegîhanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez xelata xwe ji Makbule Serçe wergirt.

Nûçegîhanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez gotarek pêşkeş kir û anî ziman, “Ez gelekî serbilind im ku ev xelat ji ber xizmeta me ya ji bo zimanê Kurdî pêşkêşî me hatiye kirin. Di çapemeniya Kurdî de çêkirina nûçeyên bi Kurdî hesteke gelekî xweş e.”

Her wiha pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zana, edîtorên Rûdawê Mehmet Emîn Demir, Necmî Orta, Aydin Bayram û Nuwar Yeşilbagdan, Nûnerê Stenbolê yê Rûdawê Rawîn Stêrk, Nûnerê Enqereyê Şewket Herkî, Nûnerê Amedê Maşallah Dekak û nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci jî di nav wan kesên ku xelat wergertibûn de hebûn.

Saziyên ku xelat wergirtine ev in: Rûdaw, Kurdistan24, Kurdistan TV, BasNews, GazeteDuvar, Haber Erciş, War TV, Amîda Haber, TRT Kurdî, Independent Turkçe, Arti TV û Dengê Amerîka.

Piştî dayîna xelatan bername bi kilaman bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst