Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê mûçeyê kêmane derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Iş ragihand ku li Tirkiyê di Adara 2022ê de sînorê birçîbûnê gehiştiye 4 hezar û 453 lîreyan ku mûçeyê kêmane jî 4 hezar û 253 lîreyên Tirkî ye. Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Iş derbarê hejartiyê de raportek belav kir.

Li gor raporta Sendîkayê di Adara 2022ê de bo malbatek karibe debara jiyana xwe bike sînorê birçîbûnê gehiştiye 4 hezar û 453 lîreyan û bi vî awayî bi 200 lîreyan ji mûçeyê kêmane zêdetir bûye.

Di raportê de tê gotin ku bihayê kelûpelan li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ne û sînorê birçîbûnê ji bo xwarina pêwîst û sînorê hejariyê jî bo pêwîstiyên veguhestin û perwerdeyê hatine hesabkirin.

Li gor raportê rojane ji bo şîr û berhemên şîr 46,95 lîre tê xerckirin û bo goştê sor û spî jî herî kêm xercî 31.03 lîre hatiye hesabkirin.

Herwiha ji bo kesek bi tendirûstî karibe xwe têr bike divê mehane hezar û 210 lîreyan xerc bike û pêwîstiya xwarina zarokekî temenî wî 4 heta 6 salî jî 820 lîreyê Tirkî ye.