Parlamenterê HDPê: Li Tirkiyê ti maf û hiqûq nemaye

16-04-2020
RÛDAW
Huseyin Kaçmaz dibêje berî du salan behsa yasaya lêborînê hebû
Huseyin Kaçmaz dibêje berî du salan behsa yasaya lêborînê hebû
Nîşan Coronavirus Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyin Kaçmazr ragihand ku ti peywendiya yasaya lêborînê bi vîrusa koronayê de nîne û ev daxwaza MHPê ya pêştir du salan e. Huseyîn Kaçmaz herwiha dibêje ku li Tirkiyç ti mafê hiqûqî nemaye û destûra bingehîn jî tê binpêkirin.

Parlamentoya Tirkiyê bi mebesta rêlibergitina vîrusa koronayê di yasaya înfazê li wî welatî de guhertin kirin. Armanc ji wê yasayê ew e ku hejmara zindaniyên li girtîgehan kêm bike. Piştî ku yasa li parlamentoyê hat pesendkirin, bû sedema nîqaşên berfireh.

Di çarçoveya rêlibergirtina belavbûna vîrûsa Koronayê de, yasaya lêborîna zindaniyan ya ku bi dengên AK Partî û MHPê di parlementoya Tirkiyê de hatibû pesendkirin, biryara wê di rojnameya fermî de jî hat ragihandin û proseya azadkirina 90 hezar girtiyan ji girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpêkir.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz beşdarî bernameya televîzyona Rûdawê ya bi navê Nûroja Dostan bû û mijara projeyasaya lêborînê nirxand.

Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku  ev du sal in behsa vê yasaya projeyasaya lêborînê hebû û wiha pê de çû: “MHPê berî du salan ev daxwaz ji AKPê kiribû, lê ev daxwaza MHPê nehatibû qebûlkirin. Erdogan digot ew mafê me nîne kesek li hemberî gel sûc kiriye em weke dewlet efû bikin. Lê van rojan ew guhertin kirin. Di rastiyê de bixwe çi çend caran bê zanebin digotin ku ew 8 meh in li ser dixebitin, wate ti peywendiyê vê projeyasayê bi vîrusa koronayê nîne. Bixwe digotin ku ev 8 meh in paketa me amade bû.

Huseyîn Kaçmaz herwiha da zanîn ku ew li parlamentoyê li dijî naveroka projeya yasayê derketin, lê nekare bandorê bikin û herwiha got ku ev ne cara ewil e yasayên efû derdikevin û Kurdên siyasî ji sûdê wernagirin û wiha axivî: “Siyasetmedar û kesên dijberê desthilatdariya Tirkiyê sûd ji vê yasayê wernegirtin. Sedema vê paketa efû ne vîrus bû, lê ew bû ku MHPê soz dabû hinek çeteyên nêzîkî xwe û ew yasaya ji bo wan hatiye.”

Kaçmaz di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyê bandora serokomarî wî welatî û AK Partiyê li ser her tiştî heye, ti maf û hiqûq li wî welatî nemaye, lewma her çend ev mijar biçe dadgeha destûrî jî ti encam dê jê dernekeve.

Parlamenterê HDPê herwiha destnîşan kir ku nêzîkî 300 hezar kes di zindanan de ne, rewşa girtîgehan ji hemû aliyan ve xirab e, û ji wan 1500 zarok in û rewşa hezar û 333 kesan ji aliyê tendirustî ve dijwar e, û metirsiya mirinê li ser wan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst