CHP li ser encama referandumê îtiraz dike

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Erdal Aksunger ragihand, di derbarê ji sedî 60ê sindoqan de, dê îtiraz were kirin.

 

Parlementerê Dîlokê yê MHPê Umit Ozdag ku ji partiya xwe hatibû dûrxistin, di weşana zindî ya Fox Tvyê de ev agahî piştrast kir û zerfên bêmuhr a hilbijartinê nîşan da û aşkere kir: “Biryara YSKê ya qebûlkirina zerfên bêmuhr, nayê pejirandin.”

 

Herwiha CHP ji bo hinceta xwe ya îtirazê diyar kir, piştî ku ji sedî 60ê sindoqan vebûne, agahiyên ku ji Saziya Bilind a Hilbijartinê dihatin bo partiyan, rawestiyaye.

 

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Erdal Aksunger konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand: “Ji sedî 99 aşkerekirina vebûna sindoqan, manîpulasyon eû li dijî îrada gel, qirkirin e.”

 

Erdal Aksunger herwiha destnîşan kir: “Nêzîkî milyonek dengên ku nayên qebûlkirin, hatine pejirandin.”

 

Weke din Aksunger diyar kir, ku ewê di derbarê ji sedî 60ê sindoqan de îtiraz bikin.