Şêwirmendê Davutoglu: Rakirina parêzbendiyê tenê zextan li HDPyiyan nake

16-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şêwirmendê berê yê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu yê bi navê Etyen Mahçûpyan, diyar kir dema parêzbendiya parlamenteran bê rakirin, ev zext dê tenê li ser HDPiyan neyê kirin. Ger wiha be û HDP parlamentoyê terk bike wê çaxê PKK dê hêza xwe ya çekdarî li ser herdû aliyan jî zêdetir bike. Mahçûpyan, xwest li pişt perdeyê pêvajoya aştiyê careke din ji aliyê hikûmetê ve bê destpêkirin.  

Mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran û bi taybetî jî rakirina parêzbendiya HDPiyan bi xwe re nîqaşên nû anî.

Etyen Mahçûpyan şêwirmendê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê, ji Rûdawê re diyar kir ku tenê rakirina parêzbendiya HDPiyan dê dilê kurdan bihêle û dibe ku HDP jî xwe bi temamî ji parlamentoyê vekişîne. Mahçûpyan, riya çareseriyê jî weke pêvajoya aştiyê nîşan da.

Etyen Mahçûpyan amaje kir ku parêzbendiya parlamenteran li Tirkiyê hertim pirsgirêkeke mezin bû û wiha domand:

“Ev gav niha di konjektureke siyasî de, weke gaveke siyasî tê avêtin.  Li hemberî vê gavê HDP jî mimkun e ku parlamentoyê terk bike. Ger HDP ji parlamentoyê vekişe û kurd jî rakirina parêzbendiyê bi awayeke neyînî bibînin wê çaxê dê hêza çekdar a PKKê li ser herdu aliyan jî zêdetir bibe.

Bi ya min sûda vê yekê ne ji AK Partiyê re û ne jî ji HDP'ê re heye. Hê jî pirsgirêka kurd çareser nebûye. Li Geverê, Nisêbînê û cihên din hêj şer û pevçûn didomin. Di rewşeke wiha de divê hikûmet li riyeke çareseriyê bigere. Bi ya min divê hikûmet li pişt perdeyê weke sala 2013an diyalogê bide destpêkirin.”

Yek ji endamê komîsyona aqilmendan Vahap Coşkun jî bal dikişîne ger parêzbendiya HDPiyan bê rakirin wê çaxê dê riya siyasetê bi temamî ji kurdan re bê girtin û ev yek jî dê riya şerê çekdarî derxe pêş.

Endamê Komîsyona Aqilmendan Vahap Coşkun wiha got: “Ger tenê parêzbendiya HDP'iyan bê rakirin, gelê kurd bibêje riya siyasetê û Enqereyê ji me re hatiye girtin. Halbûkî diviyabû hikûmet riya siyasetê zêdetir vekira û ji bo rawestandina şer û pevçûnan têkoşîna demokratîk a siyasî zêdetir derxista pêş. Piştî MHPê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî eşkera kiribû ku ew ê ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran piştgiriyê bidin pêşniyara AK Partiyê.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst