Di propagandeyên hilbijartinê de Kurdî dikare bê bikaranîn

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand ku di propagandeyên hilbijartinan de ji bilî Tirkî zimanên din jî dikarin bêne axaftin.

Hilbijartinên serokkomariyê û yên parlamentoyê yên Tirkiyê wê 14ê Gulana îsal bêne kirin. Pêvajo û propagandeya fermî ya hilbijartinan roja 18ê Adarê dest pê dike.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, rêkarên reklamên siyasî û prensîbên hilbijartinê diyar kirin û di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatin weşandin. Li gorî rêkarên Desteya Bilind a Hilbijartinan, partiyên siyasî ji bilî zimanê Tirkî, dikarin zimanên din jî bo propagandeya hilbijartinê bikar bînin.

Wate zaravayên Kurmancî û Zazakî jî ku berê bikaranîna wan bo propagandeya hilbijartinan qedexe bû, di van hilbijartinan de wê bikaranîna wan serbest be.

Hinek rêkarên girîng ên ku hatine weşandin wiha ne:

- Radyo û televîzyon dê bêalî weşanê bikin û di navbera berbijêrên serokkomariyê, partiyên siyasî û berbijêrên serbixwe de yeksaniyê biparêzin.

- Medya dê li ser bingeha nijad, regez, çînên civakî û baweriyan weşanê neke.

- Berbijêrên serokkomariyê, partiyên siyasî û berbijêrên serbixwe, dikarin ji bo propagandayê ji bilî Tirkî zimanên din jî bikar bînin.

- Di pêvajoya hilbijartinê de nabe weşanên bernameyên danasîna taybet bên kirin.

- Şandina peyaman bo e-mailên welatiyan qedexe ye, lê partiyên siyasî dikarin ji endamên xwe re peyamên nivîskî, bi deng û dîmen bişînin.

- Berî hilbijartinê bi deh rojan pêkanîna rapirsiyan û belavkirina wan li ser medyayê tê rawestandin.

- Medya, dikare ji 18ê Adarê heta 12ê Gulanê demjimêr 24:00 reklamên siyasî belav bike. Divê heqdestên reklamên siyasî weke hev bin û di navbera berbijêran de cudakarî neyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst