Erdogan: Poland bo koçberên şer bûye mînak
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê piştî civîna xwe ya ligel Serokkomarê Polandê ragihand, ku Poland bi vekirina deriyên xwe ên sînorî bo zêdeyî 2 milyon koçberên şer bûye yek ji welatên mînak.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokkomarê Polandê Adrzej Duda piştî civîna xwe ya li Koşka Çankaya ya li Enqereya paytexta Tirkiyê civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.
Serokkomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê da ku wî di civîna xwe ya ligel Serokkomaarê Pollandayê de, li ser peywendiyên dualî yên di navbera herdû welatan de û pêşhatên dawî ên şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kirine û dibêje “Me weke du hevpeymanên NATOyê nêrînên xwe ji hev re gotin. Ji xwe di 24ê mehê de careke din li Brukselê lûtkeya serokên NATOyê tê saz kirin, em dê di wê lûtkeyê de jî li ser gotûbêjên xwe berdewam bin. Ji xwe rewşa di navbera Rûsyayê û Ukraynayê de berdewam e. Em dê di wê lûtkeyê de weke du welatên hevpeyamnên NATOyê li ser avêtina pêngavên di vî warî de careke din birawestin.”
Erdogan ragihand ku Poland bi vekirina deriyên sînorê xwe bo nêzîka du milyon koçberên ku ji ber şer reviyane helwêsteke mînak nîşan daye û got “Ez ji ber vê mêhvandariya wan spasiya dostê xwe Duda dikim.”
Recep Tayyîp Erdogan behsa bazirganiya Tirkiyê ya ligel Polandê jî kir û ragihand “Asta bazirganiya me tevî rewşa belevbûna Coronayê ji sedî 28 zêdebûye û gijhiştiye 8,3 milyar dolar. Em gelek nêzîkî armanca xwe ya 10 milyar dolar bûne.”