Şerê Rûsya û Ukrayna 5 milyar dolar ziyan gihande geştiyariya Tirkiyê

16-03-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Geştiyariya Tirkiyê
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Raporên di derbarê geştiyariya Tirkiyê de tên amade kirin aşkere dikin ku îhtimal heye ji ber şerê Rusya û Ukraynayê derdora 5 milyar dolaran zirarê bigehîne Tirkiyê.

Li navçeyên başurê Tirkiyê amadekarî ji bo hatine geştiyarên Rusî û Ukraynî tê kirin, lê kolanên navçe û bajaran vala mane. Hem xelkê xwecihî hem jî geştiyar bixwe ji rewşa heyî dilgiran in.

Şerê Rusya û Ukraynanyê peravên bêhempa yên bjarên başurê Tirkiyê jî vala hiştin. Peravên ku salane hejmareke zêde ya geştiyaran seredan dikin, niha bêdeng û bêreng in.

Geştiyarê bi navê Sam bixwe xelkê Rusyayê ye di demekê de ku welatê wî di nava şer û cengekî giranda ye ew bûye antîmilîtarîst wate kesek e ku li şûna bereyên şer berê xwe daye antalyayê û xwe radestî xweşikiya tav û avê kiriye.

Geştiyarî Rusî Sam Vassiliev dibêje “Bi ya min ji bo xelkê Ukraynayê pir xerab e, bo gelê Rûs û aboriyê ne baş e. Ji ber ku hejarî li Rûsyayê zêde dibe, ev tişetekî xerab e. Herwiha ev şerê propagandayê jib o aliyê leşkerî yê Rûsyayê jî dîsa xerab e. Rûs û Ukraynî bira ne. Ji ber vê yekê her kes ji vî şerî nefret dike û karsazên Rûs ji welat direvin û ev yek jib o aborî û pêşketinê xerab e.”

Li navçeya Belek ya Antalyayê dema mirov li nav kolanên vê navçeyê digere, mirov hest pê dike ku ne li Tirkiyê belkû navçeyeke Rusyayê piraniya dikanan zimanê ser derê xwe dane. Amadekarî ji bo pêşwaziya geştiyariyên Rusî Ukraynî hatiye kirin Lê li nav bazaran jî ji Rûs û Ukrayniya zêdetir ji neteweyên din geştiyar hene.

Geştiyar John Barnes got “Divê Putin şer rawestîne. Wî şer daye destpêkirin û divê ew bixwe jî rawestîne. Mirovên bêguneh, zarok, jin û temen mezin tên kuştin. Ev ne şer e, ev sûc e.”

Geştiyar Oliver Lee diyar kir “Ez difikirim ku ev pirsgirêk ji tecrûbe û şarezabûna min mezintir e ku ez vebêjim. Lê ya ku ez dibînim ji bo gelê Ukrayna û herwiha ji bo serbazên Rûsî yên ku dibe li şerekî bêkêr binêrin rewşeke karesat e. Bi rastî ez li bûyerên li pişt vê êrişê û niyeta Vladimir Putin û serokên din ên cîhanê nizanim. Lê hêvî dikim ku êş û tundîtûjî raweste. Agahiyên min yên di vê mijarê de hewqas in.”

Xelkê Belekê Ramazan Karabeylî diyar kir “Şer tenê bandorê li Tirkiyê û Belekê nake, li hemû dinayayê bandoreke xirab ya şer heye. Hema li bihayê sotemenî binêrin rewş çawa ye. şer bandoreke xirab dike.”

Alî jî li benda geştiyarên Rûsî û Ukraynî û ji welatên din e. Sê sale ku Elî ji Mereşa (Gumgum) Bakurê Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe berê xwe dide Belekê û bestenîfiroşiyê dike. Bigotina wî sê sale yekem car ber derê dikana wî bi vî rengî vala dimîne.

Xwedî kar li Belekê Alî Tunc ragihand “Sê sale ez li vir im. Yekem car e ez rewşeke wisa û kolanên wisa vala dibînim. Şer me dilgiran dike. Ji bo me aştî baştir e. Hema kêm zêde rewşa hemû firoşkaran wiha ye. Em serê sibê dikanê vedikin û heta êvarî vala dirûnên.”

Li gorî amara rêveberiya geştiyarî ya Antalyayê sala 2021ê 9 milyon û 100 hezar geştiyaran seredana vî bajarê kiriye. Rusya bi hartine 3 milyon û 586 û 928 geştiyaran di rêza yekem de, Ukrayna jî bi hatine 1 milyon 271 hezar û 672 geştiyaran di rêza duyem de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst