Îro rûniştina dadgehkirina Selahedîn Demîrtaş birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê azadkirina wî de, bo cara yekemîn diçe dadgehê.

Biryar e îro û sibe piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de rûniştina ewili a doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a 19emîn a Enqereyê were birêvebirin.

Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê ji 4ê Mijdara 2016an ve tê ragirtin, dê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bibe.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê daxwaza azadkirina yekser ya Demîrtaş kir, berî niha jî çend caran daxwaz ji Tirkiyê kiribû, Tirkiyê tevî ku belgenameya mafên mirovan îmze kiriye, lê biryara Dadgeha Mafên Ewropayê bi siyasî dibîne û cîbicî nake.

Dadgeha Mafên mirov berî niha roja 22 Kanûna sala 2020 ragihand, ti belgeyek berceste nîne ji bo ku Demîrtaş bi tometa terorê bê cezakirin û ragihand, hiştina Demîrtaş di zindanê de sedemên siyasî li pişt hene.