Baluken bereat kirin

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Idris Baluken bereat kirin.


Parlamenterê HDPê Idris Baluken ku li Amedê di girtigehê de ye di sala 2013an de li Çewlîgê ji ber ku tevlî mitîngê bûye doz li wî hatibû vê vekirin û îro li bajarê Çewlîgê ew doz wî birêve çû.


Ji Balukên re bi hêceta ku yasayên derbarê xwepêşandan û meşan de binpê kiriye 3 sal û nîv cezayê zîndanê dihat xwestin.


Piştî ku parêzerên Balukên ew parast, komiteya dadgehê  destnîşan kir ku beriya niha jî kesên ji ber heman tawanan hatine girtin serbest hatine berdan û lewma derbarê mijara navborî de ti tawanên Balukên nîne û biryara bereatkirina wî da.