Rojeva Îro ya Rojnameyên Tirkiyê - Diyarbekir dişewite!

16-03-2016
RÛDAW
A+ A-

CUMHURIYET


-Bila ronî venemirin...
Malbatên qurbaniyên teqîna Anqara hêrs û hîleta xwe bi ser AKP û PKKê ve vereşiyan.
PKK şer hildiperikîne, AKP hemû hêza xwe dide ser hêzdarkirina polîsan,mgel yegcar bê hêvî dibe. PKK gefên şerekî berfireh xwar, Cemîl Bayik êdî hedefê me dê têkbirina Erdogan be heta ew hebe demokrasî pêk nayê, ji niha pê de jî her gerrîlayek li kuderê be çi ferman jê re bê şandin divê pêk bîne. Serokê MHPê daxwaza rêveberiya awarte kir ku li herderê pêk bê. Erdogan dixwaze benda li ser terorê biguherîne û çi kes û saziyên ku pesnê rêxistinê bide bê girtin.Hikûmet herwiha dixwaze li ser benda 140ê ya berî salên 1980êyî parêzbendiya ji ser parlamanteran hilîne.


- Di operasyona Şernexê de ji tanqan sirûda şerr ya Osmaniyan bi dengê bilind bi ser bajêr xistin xelkê tirsandin.

HURRIYET


-Gumana destê sêyemîn...
Li teqîna Anqara, ji ser vekolînan xuya dibe ku otomobîl ji dûr ve ji alî kesekî sêyemîn ve hatiye teqandin.


- Sê partî MHP, AKP,CHP danezanekê îmze kirin li hember teqîn û êrişê HDP îmze nekir ji ber ku di naveroka wê de rexne li hikûmetê nehatiye girtin ku berpirsyariya wê heye di tevdanîyê de û dawî li proseya aştiyê hanîye.


- PKK li Baxlera li Diyarbekir bi şev pê de otomobîl şewitandin û xendek kolan..

YENİ ŞAFAK


-Dê ew jinûyên xwe bişkênin li ber me...
Erdogan armanca teror û piştgirên ew e ku Tirkiye ji ser rêya wê ya pîroz bidin vegerendin lê dê qeweta kesî neghîje vê yekê.


- 8 daxwaznameyên din yên li ser HDPyiyan ji alî wezareta dadê ve hate şandin bo serokwezîrtiyê. Meclîs dema 22yê Adarê vebe rojeva wê ya sereke dê ev mijar be.


- Rûsya balafirrên xwe yên şerrî ji Sûrî vekişandin. Ev biryara ji nişka ve ya Pûtîn dinyayê heyirand. Li gel Rusya beşek ji Hizbellah jî hêzên xwe vekişandin nav Libnanê.

STAR


-Terorîstên bê çek...
Hikûmet amadekarî dike ku destê hêzên ewlehiyê xurt bike ew kesên ku propogandaya terorê jî dikin bê ceza nemînin. Benda 100mîn ya qanûna cezayî dê bê guherandin û jê pê de ker kesê ku pesnê rêxistinê bide an di nivîs û kuncikên xwe de bi qencî li ser wan binvîse an jî bi her cûreyekî harîkarî bi wan bide dê bê ceza nemîne.

TURKIYE


-227 hezar Otomobîlên winda hene..
Li gor agahiyên li ber destê wezareta navxweyî, di 2015an de giliyê dizîna erebeyan zêde bû û hejmar gihîşt 227 hezarî. Plakayên hatin dizîn jî 704 hezar in. 8 hezar kes jî firarî ne li wan digerin.


TARAF


-Diyarbekir dişewite...
Operasyon li Sûrê bi dawî bûn lê şerr hilperrikî nav Baxlera. Rêyên bi ser parka Koşûyolû bi bendan hatin girtin. Polîsek hat kuştin PKKyî bi roketan li nav kolanê bûn.


- Barzanî ji Lozanê ve ye serxwebûn xewna Kurdan e. Benda di vê peymanê de yek jê ew bû ku ji bermayê Osmaniyan, welatê Kurdan jî bi serê xwe be lê nehiştin ku ev bend pêk bê.

EVRENSEL


-Berslva watedar...
Piştî teqîna Anqara Erdogan daxuyanî da ku dê li hember terorê mewzuatê biguherînin û naveroka bendên cezayï berfirehtir bikin, lê gel bersiveke watedar da bi wan. Tecagula ku hat şandin ji bo sersaxiyê hildan û li erdê dan, bi yek dengî qîriyan hemû zarên me hemû kesên tên kuştin ji ber siyaseta we ya xwînxwar û kirêt wiha lê dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst