Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê tenê 4 partiyên siyasî dikarin bikevin Paarlamentoya Tirkiyeyê.
Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê encamên rapirsiya ku di navbera 11-14ê Sibata 2025an de Ii 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 3 hezar û 130 kesî kiribû eşkere kirin.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî bê kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 29,5 partiya yekem e û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 29,1 partiya duyem e.
Her wiha MHP bi rêjeya ji sedî 8,6 di rêza sêyem de û DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 7,5 di rêza çarem de cîh digire.
Li gorî vê yekê, li Tirkiyeyê tenê 4 partiyên siyasî benda hilbijartinê ya ji sedî 7 derbas dikin.
Encamên rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê bi vî awayî ne:
CHP: Ji sedî 29,5
AK Partî: Ji sedî 29,1
MHP: Ji sedî 8,6
DEM Partî: Ji sedî 7,5
Partiya Zaferê: Ji sedî 5,1
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 5,0
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,7
Partiya Paşêrojê: Ji sedî 2,0
BBP: Ji sedî 1,8
TÎP: Ji sedî 1,6
YMP: Ji sedî 1,5
DEVA: Ji sedî 1,2
Partiya A: Ji sedî 1,1
Partiyên din: Ji sedî 1,3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse