Li Deryaya Egeyê 78 koçber hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Îzmîrê 78 koçber li Deryaya Egeyê hatin rizgarkirin û 102 koçber jî hatin desteserkirin.

Di navbera Tirkiye û Yunanistanê de li nav Deryaya Egeyê, 180 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Derya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li nav Deryaya Egeyê li sînorên navçeya Çeşmeyê ya Îzmirê di nav du belemên cuda de 17 jê zarok 78 koçber hatin rizgarkirin.

Herwiha li sînorên navçeya Dikiliyê jî di nav belemekê de 21 jê zarok 51 koçber û li sînorên navçeya Karaburunê di nav belemekê de 32 jê zarok 51 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 180 koçberên hatin desteserkirin piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kirin.