Di 23 salan de bi navê 'baca erdhejê' 38 milyar dolar pere hatine komkirin

16-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Baca Erdhejê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Marmarayê ya sala 1999an, bi pereyên rojane 38 milyar û 196 milyon dolar bi navê “baca erdhejê” ji welatiyan hatine komkirin. Li gor hesaban bi wan pereyan milyonek xanî tên çêkirin.

Li gor amarên Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê, ku medya Tirkiyê belav kirine ji sala 1999an heta 2ê Sibata 2023ê 88 milyar û 407 milyon û 705 hezar lîre “baca erdhejê” hatiye wergirtin. Li gor amarên Banka Navendî ya nirxê dolar li hember lîre di dema wergirtina pereyan de dike 38 milyar û 148 milyon dolar. Ji wan 36 milyar û 500 milyon dolar “baca erdhejê” di dema desthilata AKPê de hatiye komkirin.

Pisporê Bacê Ozan Bingol derbarê “baca erdhejê” ku tê komkirin de dibêje: “Bi pereyê hatiye komkirin her yek bi 50 hezar dolaran, 763 hezar û 934 avahiyên li hember erdejê qayîm tên çêkirin. Eger ev pere wek xanî li ser mexdûran bihatana dabeşkirin, dê pirsgireka 2 milyon û 467 hezar û 500 kesan a xaniyan bihata çareserkirin.”

Li gor amarên sala 2022ê yên Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, milyonek û 300 hezar xaniyên 96 metrekare dikarîn bên çêkirin. Pereyên ku di bin navê “baca erdhejê” de hatin komkirin, ji bo qadên din hatin bikaranîn.

Wezîrê berê yê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek sala 2011ê piştî erdheja Wanê gotibû: “Ji bilî `baca erdhejê` baca bikaranîna taybet jî heye, ku berdewam e. Hûn dibêjin di vê çarçoveyê de 44 milyar lîre bac hatiye komkirin, ev çi bû? Me tenê di nav salekê de bo tendirustiya welatiyan 44 milyar lîre xerc kirine. Ev pere bo rêyên otoban, rêyên hesin, balafirxane, cotkar û perwerdeyê tên xerckirin.”

“Baca Erdhejê” piştî erdheja Marmarayê (Golcuk) ya sala 1999an bo xerckirina zerarên erdhejê bo demeke demkî hat derxistin û piştre bi yasayê bi awayekî berdewam hat wergirtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst