228 demjimêran piştî erdhejê jinek û du zarokên wê hatin rizgarkirin

16-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê 228 demjimêr piştî erdhejê jinek û du zarokên wê bi saxî ji bin kavilê avahiyeke hilweşiyayî hatin derxistin.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêzên 7,7 û 7,6 pile 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û zirareke mezin a canî û madî gihandin herêmê. Li aliyekî din heta niha li beşeke herêma erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine rawestandin, lê li hin herêman hêj jî ew xebat berdewam in.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di encama kar û xebateke dijwar a 10 rojan de jina bi navê Ela û du zarokên wê yên bi navên Meysam û Ali Bagdet ku tê gotin ne welatiyên Tirkiyê ne, 228 demjimêr piştî erdhejê, ji bin xirebayên avahiya Ugur a Hatayê bi saxî hatin derxistin.

Li gor agahiyan dema ku ew jin û her du zarokên wê hatin derxistin tendirustiya jinikê baş bûye, lê di bedena her du zarokan de pirsgirêkê bêavbûna bedenê destpê kiribû.

Tîmên tendirustiyê li cihê bûyerê midaxeleya destpêkê bo wan kirine û piştre bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst