Li herêma erdhejê pelên agir li kêleka Fahrettîn Koca teqiyan!

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma erdhejê li kêleka Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca pelên agir teqiyan.

Piştî herdu erdhejên navenda wêa li Mereş, li herêmê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û gelek avahî hilweşiyan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca di çarçoveya serdana xwe ya duh danê êvarê ya li herêma erdhejê de, ligel hejmareke karmendên tendirustiyê serdana mexdûrên erdhejê kir.

Piştî serdanê Koca di dema ku li ber çadirê ligel  karmendên tendirustiyê diaxivî li kêleka wî pelên agir teqiyan.

Hat zanîn ku rewşa Fahrettîn Koca û kesên pê re baş e.