MetroPOLL: Opozîsyon bi 7 puanan di pêşiya desthilatê de ye

16-02-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartin Tifaqa Komarî Tifaqa Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encama rapirsiya meha Çileyê ya Lêkolîna Metropollê, rêjeya dengên opozîsyonê bi 7 puanan di pêşiya desthilatê de ye.

Rêveberê Lêkolîna Metropollê Ozer Sencar encamên rapirsiya meha Çileyê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.

Ligorî encama rapirsiyê, belavkrina rêjeya bêbiryaran li ber çavan bê girtin, dengê desthilatê ji sedî 45.7 û yên opozîsyonê jî ji sedî 52.8 e.

Sencar diyar kir ku beyî hejmara bêbiryaran, rêjeya dengên opozîsyonê ji sedî 43 û rêjeya dengên desthilatê jî ji sedî 37.2 ye.

Herwiha li gorî encama rapirsiya meha Çileyê ya Lêkolîna Metropollê, rêjeya bêbiryaran jî ji sedî 18.6 e û ji wan sedî 34.3 (7.2 puan ) di hilbijartina 24ê Hezîranê de deng dane Tifaqa Komarî û ji sedî 23.9 (4,4 puan) jî deng dane Tifaqa Milletê.

Ji sedî 33.5 di 24ê Hezîranê de beşdarî hilbijartinê nebûne.

Sencar ragihand ku rêjeyek biçûk jî ji kesên ku deng didin partiyên biçûk û yên bersiv nedane pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst