Bahçelî derbarê Şingal, Qendîl û Mexmûr de gef xwar

16-02-2021
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Tirkiye Çiyayê Gare Operasyona Gare Şingal Qendîl Mexmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewî ya Tirkiyê (MHP) ya nejadperest di civîna heftane ya koma partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê daxwaz kir, ku Tirkiye operasyonên xwe yên li derveyî sînor ji bo jinavbirina PKKê berdewam bike û got, ji bo tola dîlên kuştî yên wî welatî yên li Çiyayê Gare “divê di zûtirîn dem de Şingal bi erdê re bibe yek, serê sibehekê ala Tirkiyê li Qendîlê bê bilindkirin û Mexmûr were şewitandin û wêrankirin.”

Bahçelî di gotara xwe de ragihand ku divê hemû alî baş bizanin qonaxa berî û piştî operasyona Gare gelekî cuda ye û got: “Tirkiye di rûbirûbûna terorîstan de qonax û gavên nû diavêje. Ji niha û şûn de her aliyek nermbûnê li beramber kujerên welatiyên me pêşan bide, terorîst e û bi yasaya terorê danûstandin ligel tê kirin.”

Devlet Bahçelî dîsan gef li HDPê xwarin, ew wek sîbera Qendîlê bi nav kir, herwiha rexneyên dijwar li parlamenterên HDPê girtin û got: “Çawa parlamenterek neyê cezakirin ku ji kujerê zarokan re bibêje rêzdar, ji terorîstan re bibêje gerîlla, ji şehîdên me re bibêje dîlên kuştî. Piştî vê jî tên mûçe ji dahata giştî werdigrin, ew mûçe heram e ku werdigrin.”

Bahçelî li ser rexnekirina HDP û parlamenterên wê berdewam bû û got: “Parlamentereke HDPê bêfam dibêje, operasyona Gare wê demê bi dawî bû wextê dîl di bordûmana artêşa Tirkiyê de hatin kuştin. Herwiha behsa aştiyê dike. Bila ew bêfam bizane, aştî çawa ligel terorîstan tê kirin. Herwiha parlamenterekî din ê wê behsa hemû tiştekî dike derbarê operasyonê de, lê behsa PKKê nake. Navenda Ragihandina HDPê jî daxuyaniyekê belav dike, têde dibêje, ligel kuştina wan 13 dîlan, 50 mirov jî hatine kuştin, ew 50 kuştî ne mirov in terorîst in. Divê serê wan bê perçiqandin û bên jinavbirin.”

Serokê MHPê herwiha got: “HDP di jêr sîber û fermana Qendîlê de ye. Bi yekalînekirina HDPê kêşeya PKKê jî nayê çareserkirin. Êdî ez dipirsim, heta kengî parlamenterên terorîstan li parlamentoyê dihêlin? Dema wê nehatiye HDP bê girtin? Dema wê nehatiye derbarê wan parlamenteran de lêpirsîn were kirin? HDP ne nûnerê birayên me yên Kurd in, hevbeşê tawanê terorîstên PKKê ne. HDP hêlîna terorîstan e. HDP qeçaxçîtiyê bi mirovên me dike û wan dişîne çiyayan. Lewra girtina HDPê gelekî pêwîst û girîng e.”

Bahçelî gefa wêrankirin û jinavbirina Şingal, Qendîl û Mexmûrê jî xwar û got: “Bo tola şehîdkirina zarokên me li Çiyayê Gare, divê di zûtirîn dem de Şingal bi erdê re bibe yek, serê sibehekê ala Tirkiyê li Qendîlê bê bilindkirin û Mexmûr were şewitandin û wêrankirin, êdî ev mijareke çarenivîssaz e û dawî lê bê anîn. Bila ew operasyon bên kirin û çi dibe bila bibe.”

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Di êrişa Tirkiyê bo ser Çiyayê Gare de, 13 dîlên Tirkiyê yên di destê PKKê de jî hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan dîlan tometbar dikin.

Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê yên weke Wezîrê Berevaniyê, Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihandine, ew dîlên PKKê di dema operasyona Gare de kuştine, “sivîl” bûne.

Lê berprisekî din ê Tirkiyê bi aşkerekirina nasnameya dîlên kuştî yên li Gare, wan daxuyaniyan tevde red dike. Parêzgarê Meletiyê, Aydin Baruş îro Yekşemê 14ê Sibata 2021 ragihand, nasnameya 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, hatiye diyaririn û tekez kir, xebata ji bo diyarkirina nasnameya 3 kesên din hêj berdewam e.

PKK dibêje, Tirkiyê bi taybet êrişî kampeke esîran kiriye daku wan bikuje.

Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandiye, “Dewleta Tirk ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir. Êrişa li ser kampa êsîran bi ti awayî ne ji bo xilaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.”

Pêştir Fermandariya HPGê li navçeya Gare di roja duyem a operasyonê de ragihandibû ku firokeyên şer ên Tirkiyê kampek bordûman kirine ku hejmarek dîlên şer têde bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst