Jin çima tên kuştin?

4 demjimêr berê
Nîşan Jin Kuştin Sedem Perwerde Aborî Medya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên rapirsiya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat parvekirin sedema sereke ya kuştina jinan "kêmasiya perwerdeyê" ye.

Li gorî amarên Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 394 jin hatine kuştin û 295 “mirinên biguman” hene.

Servenihêrê Raya Giştî Mehmet Akarca, encamên rapirsiya ku sala 2024an bi 6 hezar û 400 kesî re hatiye kirin li Parlamentoya Tirkiyeyê parve kirin.

Li gorî rapirsiyê, ji sedî 30ê beşdaran destnîşan kiriye ku “kêmasiya perwerdeyê” sedema sereke ya kuştina jinan e.

Ji sedî 22yê beşdaran gotiye kuştin ji ber “pirsgirêkên aborî” pêk tên û ji sedî 18ê wan jî gotiye “medya” meyleke şaş dide civakê.

Ji sedî 72yê beşdaran daye zanîn ku divê kêmkirina ceza ya bi hinceta "tehrîqa neheq" bi temamî were rakirin.

Ji sedî 56ê beşdaran bersiva “Na”yê daye pirsa "Ma hûn difikirin ku qanûnên heyî têrî rêlibergirtina kuştina jinan dikin?”

Ji beşdaran pirsa "Li gorî we ji bo rêlibergirtina kuştina jinan rêbaza herî bibandor çi ye?" hatiye kirin û bersivên ku herî zêde hatine dayîn ev in:

- Divê dewlet tedbîrên tundtir bisitînê

- Divê kampanyayên hişyarkirina civakî bên lidarxistin

- Divê asta perwerdeyê ya civakê were bilindkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst