RAPIRSÎ - Herî zêde DEM Partiyî piştgiriyê didin banga Bahçelî
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya MetroPOLLê, herî zêde dengderên DEM Partiyê piştgiriyê didin banga Bahçelî ya ji bo Ocalan.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû bila Abdullah Ocalan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) resfiye bike û li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive.
MetroPOLLê pirsa “We banga Bahçelî ya ‘PKKyê ji hev belav bike, were Parlamentoyê’ çawa dît?” hat kirin.
Li gorî encaman, MHPyî bi xwe jî li dijî vê bangê derdikevin û herî zêde DEM Partiyî piştgiriyê didinê.
Encamên ku Damezirîner û Gerînendeyê MetroPOLLê Ozer Sencar bi rêya hesabê xwe parve kirine wiha ne:
- Ji sedî 21,9ê beşdaran bangê ‘rast' û ji sedî 71,9ê wan jî 'şaş' dibînin.
- Ji sedî 26,4ê alîgirên AK Partiyê bangê 'rast' û ji sedî 65,3yên wan jî 'şaş' dibînin.
- Ji sedî 88,5ê alîgirên CHPyê bangê 'şaş' û ji sedî 7yên wan jî 'rast' dibînin.
- Ji sedî 62,8ê alîgirên MHPyê ku Bahçelî serokê wê ye, bangê 'şaş' dibînin.
- Ji sedî 82,9ê alîgirên ÎYÎ Partiyê bangê 'şaş' û ji sedî 15,3yên wan jî 'rast' dibînin.
Piştgiriya herî zêde ji aliyê alîgirên DEM Partiyê ve hatiye dayîn.
Ji sedî 52,3yê alîgirên DEM Partiyê bangê 'rast' û ji sedî 34,2yê wan jî 'şaş' dibînin.