'Demek nêz de dê deklarasyona Tifaqa Kurdistanî bê ragihandin'

16-01-2023
Omer Sonmez
Wêne: Omer Sonmez/Rûdaw
Wêne: Omer Sonmez/Rûdaw
Nîşan HDP Tifaqa Ked û Azadiyê Tifaqa Kurdistanî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê xebatên hilbijartinê bi mitingan dest pê kir. Yekem mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP pêşengê wê ye, li meydana Kartal a Stenbolê bi beşdariya dehhezaran kesî hat kirin. Di mitîngê de li ser çareseriya pirsa Kurd, doza girtina HDP, namzediya serokkomariyê û li ser rewşa xirab a aboriyê gelek peyam hatin dayîn. Li aliyê din biryar e Tifaqa Ked û Azadiyê di 20ê Çileyê de di asta serokan de bicive û stratejiya xwe ya ji bo hilbijartinan destnîşan bike. Her wiha tê çaverêkirin ku tifaq li ser namzediya serokkomariyê jî gotûbêj bike. Li aliyê din berpirsên HDPê didin zanîn ew ê di demekê nêz de bi deklarasyonekê Tifaqa Kurdistanî ragihînin.

Li Tirkiyê xebatên hilbijartinê dest pê kir. Yekem mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê, li meydana Kartal a Stenbolê bi beşdariyeke mezin dest pê kir.

Yekem mitînga hevpar a tifaqê, di 15ê Çileyê de bi slogana "Em ji şer, xizanî û zorûzextan re bibêjin bes e" û "Em ê bi hev re biguherînin", li meydana Kartal a Stenbolê bi beşdariya dehhezaran kesî hat kirin.

Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Ferhat Encu got "Me ji vê qadê vê peyamê da; kesên ku dibêjin em ê HDPê bigrin, bi kuştin, êrîş û darê zorê hikim bikin bila li vê qadê binêrin. Me li vir bersiva wan da."

Rêveberê HDP û Serokê Weqfa Êzidiyan Dr. Azad Bariş dibêje "Tifaqa Ked û Azadiyê yekîtiya Kurdan û Tirkan e. Karker, jin, ciwan, gelên bindest û ol û baweriyên cuda di nav tifaqê de ne."

Di mitîngê de serok û nûnerên endamên tifaqê xîtabî gel kirin û daxwaza piştgiriyê kirin. Her wiha di mitîngê de strana ku hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li girtîgehê nivîsîbû hat nîşandan. Dema navê Demirtaş dihat gotin eleqe û coş zêde dibû.

Dengdêra Kurd Muhsîne anî ziman "Em aştiyê dixwazin. Hêvî û bendewariya me ev e."

Ji xeynî tifaqa HDP bi partiyên çepgir ên Tirk re, wê HDP tifaqeke taybet bo bakurê Kurdistanê jî ava bike. Berpirsên HDPê didin zanîn ew ê li bakurê Kurdistanê jî bi partiyên Kurd re Tifaqa Kurdistanî damezrînin.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier ragihand "Ev çend sal in ku bi partî û rêxistinên Kurdistanî re xebata me ya Tifaqa Kurdistanî berdewam dike. Di demekê nêz de jî em ê bigihîjin encamê. Bes maye ku em wek deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê deklarasyona xwe eşkere bikin."

HDPê dabû zanîn ku ew ê bi berbijêrê xwe yê serokkomariyê bikevin hilbijartinan û ev yek di siyasetê de deng vedabû. Biryar e Tifaqa Ked û Azadiyê di 20ê Çileyê de di asta serokan de bicive û stratejiya ji bo hilbijartinan û li ser berbijêriyê gotûbêj bike.

Serokê Partiya EMEPê Ercument Akdeniz diyar kir "Ji bo em pirsgirêkên gel ên wek azadî û aboriyê bînin ziman em li van qadan tên cem hev. Hemû partiyên di nav tifaqê de cih digrin dikarin fikra xwe û namzedê xwe bibêjin. Lê niha bes ev biryara HDPê ye. Em ê jî wek EMEPê biryara xwe vê hefteyê eşkere bikin."

Tifaqa Ked û Azadiyê ji aliyê 6 partî û herketên bi navê; HDP, TİP, EMEP, TOP, EHP û SMFê ve di 24ê Îlona 2022yan de hatibû damezrandin.

Wê deng û rengê HDP û dengdêrên Kurd encamên hilbijartinên Tirkiyê tayîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst