Polîsan êrîşî endamên Weqfa Furkan kir

16-01-2022
RÛDAW
Nîşan Weqfa Furkan Polîs Hêzên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edenê yê Tirkiyê hêzên ewlekariyê bi gazên rondikrêj û guleyên plastîkî êrîşî endamên Weqfa Furkan kirin û di encam de beşek ji endamên wê weqfê birîndar bûn.

Şeva 15ê Çileya 2022ê beşek ji endamên Weqfa Furkan xwestin ji bo berdana beşek ji hevalên xwe yên girtî li Qada Beşocak ya Edenê çalakiyekê bikin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Êrişa li ser endamên weqfê

Lê polîsan rê nedan çalakiya wan û bi hinceta ku rê girtine û slogan bilind kirine bi gazên rondikrêj û guleyên plastîk, êrîşî endamên Weqfa Furkan kirin.

Li gor zanyarî û dîmenên ku wê weqfê li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kirine hejmarek ji endamên wê di êrîşa polîsan de  birîndar bûne.

Weqfa Furkan yek ji Weqfên olî û perwerdê yên Tirkiyê ye û li Bakurê Kurdistanê jî çalak e. Serokê Weqfê Alparslan Kuytul e û ji  ber gotinên xwe ên dijî desthilatê bi hincetên cuda hatibû girtin.  

Polîsan bi ser mizgeftan de girtibû

Di Gulana 2021ê de li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî, polisan bi ser mizgeftên ku endamên Weqfa Fûrkanê dixwestin îbadeta xwe ya îttîkafê bikin de girtibûn û 6 kes ji wan desteserkiribûn. Îttîkaf ew e ku oldarên Misilman 10 rojê dawî yên meha Remezanê bi îbadetê derbas dikin.

Belavbûna dîmenên desteserkirina wan endamên Furkanê di mizgeftan de li seranserê Tirkiyê bi taybetî di nav civaka oldaran de deng vedabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst