Erdogan: Em dê li Necef û Kerkûkê konsolxaneyan vekin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê ragihand ku ew dê konsolxaneyên xwe yên li Besra û Mûsilê çalak bikin û herwiha aşkere kir ku ew dê li bajarên Necef û Kerkûkê jî konsolxaneyên xwe vekin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, li Navenda Çand û Kongre ya Milet li Beşteyê li Enqerê beşdarî Cixîna Nirxandina Sala 2019an bû.

Erdogan di axaftina xwe de amaje bi rûdanên li welatî kir û got ku “sala 2019nan bo Tirkiyê saleke zehmet bû lê me me bi serkevtî derbas kir.”

Erdogan amaje bi ‘11mîn Plana Geşepêdanê’ ya hikûmeta xwe kir ku heyama di navbera salên 2019-2023 li xwe digire û ragihand “ji bo Tirkiyeyeke bihêz û aram em bi plana xwe gav bi gav bicih dikin.”

Derbarê kerta perwerdehiyê li wî welatî, Erdogan got ew navendên bo fêrbûn û fêrkirinê bihêz dikin û herweiha aşkere kir ku ji bo xwendekarên zanîngehan jî ew dê 21 wargehên din jî vebikin.

Di kerta tendirustiyê de jî Erdogan amaje bi xebatên hatine kirin kir û got ku Tirkiye di warê geştyariya tendursitî de jî pêş ketiye û ragihand ku armanca wan ew e di warê tendirustiyê de hejmara geştyaran bigihînin milyonek û nîvan.

Erdogan aşkere kir ku ew dê di warê darazê de jî projeyasayeke din bişînin parlamentoyê û got ku ew li ser sîstemeke nû kar dikin bo sizakirinê û got ku ew li ser sîstemeke dadwer kar dikin.

Derbarê operasyonên li dijî PKKê jî Serokomarê Tirkiyê îddîa kir ku wan di sala 2019an de 1250 gerîlayên PKKê kuştine û got ku wan rê li ber gelek hewldanên bo êrişan girtine. Derbarê çalakiya wan dayîkên li ber avahiya HDPê li Amedê jî Erdogan got ku ew gelek bi bandor bûye. Herwiha Erdogan got ku beşdariya xelkê bo nav PKKê jî hatiye asta rawestanê.

Li ser cemaata Fethullah Gulen jî Erdogan got ku têkoşîna wan berdewam e  heta ku wê cemaatê ji nav hemû dam û dezgehên dewletê paqij dikin.

Erdogan got ku hikûmetên di bin serokatiya wî de di heyama 17 salan de zêdetir ji 250 milyar lîreyên tirkî weberhênan kiriye di warê hatinûçûnê de.

Derbarê projeya Kanal Îstanbul jî ku ev heyameke bûye rojev li wî welatî, Erdogan got ku “ew ên li dijî wê projeyê derdikevin wê projeyê nizanin” û herwiha ragihand ku di demek nêzîk de ew dê dest bi wê projeyê bikin.

Erdogan derbarê otomobîla ‘xwemalî’ ku berî çend rojan danasîna wê hatibû kirin, got ku ew dê febrîqayê li navçeya Gemlîk a bajarê Bursayê çê bikin.

Di warê berhemanîn çek û alavên serbazî de jî Serokomarê Tirkiyê dibêje êdî ji sedî 70 çekên wan xwemalî ne û got ku wan 800 wesayîtên zirhî radestî hêzên serbazî kirine. Erdogan diyar jî ku êdî firokeyên bêfirokevan ew bi xwe çê dikin û hinarde jî dikin.

Serokomarê Tirkiyê aşkere jî kir ku ew dê di heyama 6 mehên sala 2020an de konsolxaneyên xwe yên li Besra û Mûsilê vebikin û ragihand ku ew dê li bajarên Necef û Kerkûkê jî konsolxaneyan çê bikin. Erdogan aşkere kir ku niha hejmara konsolxaneyên wan gihiştiye 142an û got ku ew dê li gel herêma Asya-Pasîfîk jî peywendiyên xwe bihêz bikin.

Erdogan herwiha got ku ew dixwazin peywendiyên xwe li gel welatên Ewropayê pêş de bibin û herwiha got ku ew di li ser alîkarî û hevkariya xwe ya li gel Filistînê berdewam bin.

Derbarê êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê û rewşa Sûriyê de Erdogan got ku wan li Rojava devereke bi berfirehiya 145 kîlometran kontrol kirine û ragihand ku Sûriye ji girîngtirîn mijaran e di siyaseta wan a derve de.

Erdogan amaje bi rêkevtina li gel Lîbyayê kir ku got, “me bi rêkevitinên ku pêkanîne lîstikên li Derya Spî têk birin” û herwiha ragihand ku bi saya wê rêkevtinê êdî ti welatek nikare bêyî destûra wan li wê herêma ku rêçkevtin li ser pêk hatiye xebatên lêgerîna gazê birêve bibe. Erdogan got ku ew dê sala 2020an rûxseta xwe li ser wê herêmê pêk bînin û dest bi xebatên sondajê bikin.