Ziya Pîr bersiva partiya Davutoglu da

16-01-2020
RÛDAW
Nîşan Ziya Pîr Partiya Paşeroj Selahattîn Demîrtaş HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr bersiva daxuyaniya Berdevkê Partiya Paşerojê a li dijî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş da û got: “Min pêştir gotî bû ti hêviyeke demoktratîk ji Partiya Paşerojê nekin. Nayê hêvîkirin! Di demeke nêzîk de, eger bibe beşeke tîfaqa faşîst, şaş nebin!”

Parlamenterê berê yê HDP li Amedê Ziya Pîr li ser hesabê xwe yê twitterê bersîva Berdevkê Partiya Paşeroj Selim Temurci ku gotibû “Demîrtaş berpirsiyarê bûyerên 6-8ê Cotmehê ye” da.

Ziya Pîr dibêje: “Min gotî bû ti hêviyeke demoktratîk ji Partiya Paşerojê nekin. Nayê hêvîkirin! Di demeke nêzîk de bibe beşeke tîfaqa faşîst şaş nebin! Rojekê teqez berdevkê Davutoglu dê ji ber gotina xwe ya ‘HDP a ku xendek kolandiye’ xemgîn bibe. Berî ku bêedebîtiyek wiha bike bila derbarê vê heyama de ligel serokê xwe yê giştî biaxive. E. Mahçupyan duh xwest hinek tiştan îma bike, lê tiştên em jî dizanîn hene. Ew dê yek bi yek derbikeve pêş berî wan.”

Pîr herwiha amaje kir ku hinek tişt hene ew jî dizanin lê ji bo zerar negihêje pêvajoyê ew diyar nakin û got: “Rojek dê were dîsa maseyê aştiyê were danîn û ji bo zerar negihêje wê pêvajoyê, em behsa hinek hevdîtinên ligel dewletê û tiştên em dizanin nakin. Soza me ya aştiya ji bo gelê Kurd û Tirk heye. Eger Davutoglu mirovekî dewletê ye, bila berdevekê xwe derbarê E. Ala (wezîrê navxwe yê heyamê Efkan Ala) agahdar bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst