Desteya hilbijartinan a Tirkiyê bo hilbijartinên şaredariyan çawan dixebite?

Enqere (Rûdaw) - Desteya bilind a hilbijartinan a Tirkiyê di ji bo hilbijartinên şaredariyan ku biryar e di 31ê Adara îsal de birêve biçin, li gor salname yan cedwelekê karûbarên xwe birêve dibe.

 

Kar û planên desteya bilind a hilbijartinan a Tirkiyê li gor salnameyekê birêve diçin.

 

Li gor vê salnameyê, biryar e di 27ê vê mehê de cihê partiyan li ser pirsuleyên dengdanê bêne diyarkirin û bêne eşkerekirin, di 31ê vê mehê de lîsteyên dengderan digihin destê muxtaran û rojek piştre jî wate di (01-02-2019) de muxtar dê wan lîsteyan radestî komîsyonan dikin.

 

Roja (19-02-2019) ji bo partiyên siyasî yên Tirkiyê yên beşdar di hilbijartinên şaredariyan de rojeke giring e, ji ber ku divê di wê rojê de partiyên beşdar di hilbijartinan de lîsta navê berbijêrên xwe radestî komîsyonê bikin, herwiha heta roja (21-02-2019) jî partiyên siyasî ew maf hene, ku kêmasiyên xwe temam bikin.

 

Di 22 meha 2 a îsal de jî lîsteyên destpêkê yên berbijêran tên ragihandin û di (28-02-2019) de jî kartên dengdanê tên eçapkirin.

 

Her li gor cedwela karê komîsyona hilbijartinan a Tirkiyê, roja (02-03-2019) dawî dem e li pêş partiyên siyasyî, ku bixwazin navê kandîdekê xwe biguherin yan jî her guhertineke din di lîsteya xwe de bikin û di 3ê Adarê (03-03-2019) de dawî lîstên fermî yên kandîdên partiyan dê bêne ragihandin.

 

Ji 3ê Adarê şûnde ti partî nikarin ti guhertinan di lîsteya navê kanîdên xwe de yan her guhertineke din pêk bînin, tenê di rewşekê de ku kandîdeke partiyekê jiyana xwe ji dest dabe, ew maf bi partiyan tê dayîn ku naveke din bixe cihê wî/ê.

 

 Ji 21 heta 30ê Adarê pêvajoya qedexeya encamdana propagandayan dest pê dike û hinek rênimayî jî ji partiyên siyasî re tên dayîn.

 

Di roja 24ê Adarê de dê kartên dengderan li ser xelkê bêne belavkirin û di 31ê Adarê serê saeta 07:00ê sibehî proseya dengdanê li Tirkiyê dest pê dike.