MÊRSÎN - Xortê ji Başûrê Kurdistanê hate kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Tê îdiakirin ku Yasir Muwafiq ê xortê, ku ji Başûrê Kurdistanê bû, li Mêrsînê ji aliyê kesên ku li wir wan nas kiribû, hatiye kuştin.

 

Bûyer roja 13ê Çileyê li derdora saet 00:30î qewimî. Yasir Muwafiq li wê kolana ku du meh berê mala xwe bar kiribû, bi 14 guleyan jiyana xwe ji dest da.

 

Hevalê Yasir ê bi navê C.R.N ji Rûdawê re axivî û got; “Dayîk û xwîşka Yasir 2 sal berê bi penaberî çûne Kanadayê. Yasir jî ji bo ku xwe bigihîne wan, bo serlêdana penaberiyê hatibû Tirkiyê.”

 

C.N.R destnîşan kir, ku xuça Yasir di meha Tîrmehê de vegeriyaye Tirkiyê û xaniyê xwe firotiye, di wê demê de bi malbata xwe re vegeriyaye Hewlêrê.

 

Yasir xwestiye ji bo xwîşka xwe li Mêrsînê xaniyekî bikire, bo vêya jî xwîşka wî ya din ji Hewlêrê, jê re 60 hezar dolar şandiye.

 

C.N.R dibêje ku roja bûyerê Yasir li mala du hevalên xwe yên ku li wir wan naskiribû, heta saet 22:00an maye û got; “Yasir ji hevalên xwe re qala pereyan kiriye û gotiye ez dixwazim xaniyekî bikirim. Haya malbata wî jî ji vê yekê hebûye, ku ew van tiştan ji hevalên xwe re qal dike.”

 

C.N.R anî ziman ku xortê Kerkûkî Yasir, dema ku li mala hevalên xwe bûye car caran li xwîşka xwe geriyaye û wiha got;

 

“Şeva bûyerê piştî saet 22:00an yek ji wan hevalên wî, li Yasir geriyaye û gotiye, eger nirxê dolarê bikeve dê pir zirarê bike, ji ber vê yekê jî divê yekser dolarên xwe hûr bike.”

 

C.N.R dibêje xwîşka wî piştî çend saetan, bûyera dilsoj a ku hatiye serê Yasir bihîstiye.

 

Malbata Yasir îro dê cenazeyê wî werbigrin. Wisa tê gotin ku cenazeya wî dê li Tirkiyê were binaxkirin.

 

Hevalê Yasir û kesê ku pê re bi telefonê axiviye, ji aliyê polêsan ve hatine desteserkirin.