Bekir Bozdag: Emê Qanûna Nehîştina Terorê biguherînin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, eşkere kir ku ew niha li ser guhertina hinek beşên Qanûna Nehîştina Terorê (TMK) her wiha Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) dikin. Bozdag her wiha da zanîn, ew mijûlî amadekirina pakêteke nû ya reforman in.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, îro li Enqerê di civîna balyozên Tirkiyê li welatên cîhanê de axivî û behsa guhertin û pakêta nû ya reforman di sîstema daraz û cezayê de li Tirkiyê kir.

Bekir Bozdag, anî ziman ku ew niha mijûlî amadekirina pakêtek nû ne ku tê de guhertina qanûnên nehîşitna terorê (TMK) û cezayê ya tirk (TCK) cîh digirin.

Bozdag, her wiha behsa guhertina qanûna hilbijartinê kir û ragihand, beriya niha serokwezîr Erdogan behsa pakêtê kiribû, di wê pakêtê de behsa daxistina benda 10% a hilbijartinan kiribû û 3 rê danîbû pêşiya partiyên siyasî: Yan bend wek xwe bimîne, yan bendê daxînin 5% û sîstema herêmtiyê cî bi cî bikin yan jî tenê sîstema herêmtiyê pêş bixin.

Tê zanîn, piraniya kurdên ku niha di zîndanên Tirkiyê de girtîn e, li gorî qanûna nehîştina terorê hatine girtin.