CHP dê li ser rewşa Sûriyeyê bicive

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CHP Sûriye Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) dê 17ê vê mehê civîneke taybet li ser rewşa dawî ya li Sûriyeyê li dar bixe.

Piştî ku 8ê Kanûna Peşîn li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed rûxiya, Desteya Ewlehiya Niştîmanî û Polîtîkaya Derve ya CHPyê bi serokatiya Serokê CHPê Ozgûr Ozel civiya.

Berpirsên partiyê li ser nexşerêya nû ya partiya xwe ya derbarê Sûriyeyê gotûbêj kir.

CHPyê piştî wê civînê bi civîneke girtî ya li parlamentoyê hinek parlamenterên xwe derbarê rewşa dawî ya li Sûriyey agahdar kir.

Meclisa Partiyê ya CHPyê dê roja 17ê Kanûna Pêşîn a 2024a civînekê bi navê “Di Siya Pêşhatên Navdewletî de Polîtîkaya Derve” li dar bixe.

CHP dê di wê civînê de rewşa dawî ya li Sûriyeyê gotûbêj bike.

Li gorî zanyariyan endamên Meclisa Partiyê dên li ser rewşa Sûriyeyê bên agahdarkirin.

Civîn bi Serokatiya Serokê CHPyê Ozgûr Ozel dê were kirin û Berpirsê Wezareta Derve û Alîkarê Serokê CHPyê Prof. Dr. Îlhan Uzgel û Berpirsê Wezareta Parastinê û Alîkarê Serokê CHPyê Yanki Bacioglu zanyariyan bidin.

Her wiha dê heman rojê civîna heftane ya Meclisa Birêvebiriya Navendî ya CHPyê jî bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst