Wezîr eşkere kir: Çend Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe?
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed 7 hezar û 621 welatiyên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê dijiyan vegeriyane welatê xwe.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hejmara welatiyên Sûriyeyê yên ku vegeriyane welatê xwe li ser hesabê xwe yê Xê amar belav kirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku ji 9 heta 13ê Kanûna Pêşîn 7 hezar û 621 Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe.
Alî Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser Xê de anî ziman:
“Li Sûriyeyê berî rûxîna desthilata Esed, li ser daxwaza xwe, bi awayekî ewle û rûmet hejmara Sûriyeyiyên ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe, 6 Kanûna Pêşîn 310, 7ê Kanûna Pêşîn 176 û 8ê Kanûna Pêşîn jî 240 kes bûye.”
Yerlîkaya li ser vegera Sûriyeyiyan a piştî rûxîna rejîma Beşar Esed jî got:
“Roja 9ê Kanûna Pêşîn 1259 Sûriyeyî, 10ê Kanûna Pêşîn 1669 Sûriyeyî, 11ê Kanûna Pêşîn 1293 Sûriyeyî, 12ê Kanûna Pêşîn 1553 Sûriyeyî û 13ê Kanûna Pêşîn 1847 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.”
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ji 9 heta 13ê Kanûna Pêşîn a 2024an 7 hezar û 621 Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê vegeriyane.