Kiliçdaroglu: Bêdadiya li beramber Ekrem Îmamoglu, zeftkirina mafê 16 milyon kesan e

15-12-2022
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Ekrem Îmamoglu Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êvara îro Pêncşemê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê mitîngeke bi amadebûna serokên şeş partiyên Tifaqa Milet saz dike. Serokê Giştî yê CHPê got, “Bêdadiya li beramber Ekrem Îmamoglu, zeftkirina mafê 16 milyon kesan e.”

Ev civîn di demekê de ye ku doh Çarşemê 14ê Kanûna 2022an cezaya du sal û heft meh û 15 roj girtîgeh û qedexeya siyasetê bo Îmamoglu hat dayîn. Îmamoglu bi tohmeta heqaret li Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê kiriye, hat darizandin. Îmamoglu piştî biryarê ji gel re axivî û ev yek wek pêngaveke siyasî bi nav kir.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu got, “Piştî fam kirine ku bi rêya sindoqên hilbijartinê nikarin li beramber me rawestin û rê li ber me bigirin, ev rê dane ber xwe.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag îdia kir ku dadgehên Tirkiyê bêalî ne û ti destêwerdanek nîne. Berpirsên AKPê biryarê rast dibînin.

Wekîlê Serokê Koma AKPê Bulent Turan anî ziman, “Em dixwazin û hêvî dikin hemû hevrikên me yên siyasî daxuyaniyên wiha nedin sivikayetiyê li xwe bigre û bibe sedema vekirina dozê.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, piştî biryara dadgehê, bername û civînên xwe yên li Almanyayê hilweşandin û gihîşte Stenbolê. Serokê CHPê bi Îmamoglu re civiya.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, “Bêdadiya li beramber serok Ekrem, zeftkirina mafê 16 milyon kesan e. Dadgeheke ku mafê 16 milyon kesan zeft bike, ne dadgeh e. Wê dadgehê îradeya xwe radestî hinek kesan kiriye.”

Hevserokê Giştî yê HDPê jî di tweetekê de nivîsiye, “Ew cezayê bo Îmamoglu hatiye dayîn, berdewamiya wê xefka siyasî ye ku bi danîna qeyûman dest pê kir. Nikarin bi komplo û darbeya dadgehê siyaset û siberoja welat dîzayn bikin! Bê guman bi rêya xebata hevbeş a demokrasiyê, em ê dawiyê li vê serdemê tînin.”

Ev di demekê de ye berê û di dema danîna qeyûman de bo ser şaredariyên HDPê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve, berpirsên HDPê bo partiyên opozisyonê ragihandin ku eger niha bêdeng bin, wê dora wan jî were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst