Di dadgehkirina bikujê malbata Kurd de çi rû da?

15-12-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: DHA
Wêne: DHA
Nîşan Doza Malbata Kurd Malbata Dedeogullari Konya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza malbata Dedeogullari ya ku di 30ê tîrmehê de li bajarê Konyayê hatibû qetilkirin destpêkir. Tekane kesê girtî ango kujêrê malbatê Mehmet Altûn û 12 kesên ji malbata Keleş û malbata Çalik cara ewil derketin pêşberî dadgehê. Malbata kurd ku beriya wê jî çend caran rastî êrîşê hatibû gelek caran serî li sazî û dezgehên fermî xistibû da ew bêne parastin. Di rûniştina yekê ya dozê de serokên şeş baroyan û hejmareke zêde ya parêzeran amadebûn. Weke beriya ku doz bê vekirin li dadgeha ewil jî hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin.

Yekem rûniştina doza ku li ser qetilkirina malbata Dedeogûllari hatibû vekirin li Dadgeha Konyayê birêve çû. Bi beşdariya hejmareke zêde ya parêzer, serokên Baroyan û parlementeran kujêr û tawanbarên bûyerê derketin pêşberî dadgehê. Di wê dozê de ku di bin tedbîrên emnî yên awarte û eleqeyeke zêde ya medayayê de birêve çû careke din hemû daxwazên parêzerên malbatê hatin redkirin.

Parêzerê Malbatê Atîlla Kart got “Wê îro li vir daraza tawaneke li hemberî mirovahiyê bê kirin. Hêvîdarim ku organên îdarî û dadwerî yên komara Tirkiye ku rê li wê tawana li hemberî mirovahiyê negirtibûn îro qe nebe berpirsiyariyên xwe yên civakî, edlî û mirovî bi cî bînin.”

Li navçeya Meram a Konyayê malbata Kurd a bi pênaseyê Dedeogûllari, rastî êrîşa cîranên xwe hatibû û di encamê de jî 7 endamên malbatê jiyana xwe jidest dabûn. Pişt re Mehmet Altûn weke kujêrê bûyerê hatibû girtin. Di proseya lêpirsînê de hewleke mezin hatibû dayîn da aliyê vê bûyerê yê ku ew malbat ji ber Kurdbûna xwe hatiye kuştin bê veşartin. Parêzeran bi israr ew alî li dadgehê careke din anîn rojevê lê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran hemû daxwaz red kirin.

Endamê malbatê Harûn Rifatoglu dibêje “Min ti edalet filan nedît. Edalet niha kar nake. Min tenê li şanoyekê temaşekir. Bixwe nivîsîn, bixwe pirsîn û bixwe bersivandin. Em edaletê dixwazin.”

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabûlut ragihand “Cezeyê nijadperestiyê di qanûnan de eşkere ye. Qanûna, 76, 77 û 78an dibêje ew komkujî ye. Nijadperestî me li dadgehê anî zimên û me bi delîlên wan ew parvekir.”

Li gor agahiyên di îdianameyê de, kujêr Mehmet altûn beriya ku wê qetliamê bike li bajarên weke Stenbol, Enqere û Eskîşehîrê li otêlên lûks maye û pereyekî zêde bo hesabê wî hatiye şandin. Tevî ku parêzeran pirsa vê yekê kirin jî tu bersiveke têr nehat dan. Herwiha daxwaza parêzaran ya ku endamên din yên malbata êrîşkar bêne girtin hat redkirin û doz bo 8ê sibata 2022an hate taloqkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst